
Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Bawer Dêrsîm di axaftina xwe ya pîrozbahiyê de got, "Em weke partî û gel tu carî dest ji azadiya xwe, ziman û çanda xwe bernadin. Divê ev wisa bê zanîn. Ger hewce be em amade ne zêdetir bedelan bidin."
Pîrozbahiyên 27´ê Mijdarê, damezrandina PKK’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Pîrozbahiyeke din jî bi tevlîbûna Endamê Konseya Fermandeya HPG’ê Bawer Dêrsim, Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Rizgar Ersî, Endamê Konseya Leşkeri ya YJA Starê Norşîn Sîîrt û hêjmareke zêde ya gerîlayan pêk hat.
Hêvî mezin e
Endamê Konseya Fermandeya HPG’ê Bawer Dêrsim di merasîma pîrozbahiyê de axivî û di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de girîngiya damezrandina PKK´ê destnîşan kir. Bawer Dersîm diyar kir ku avabûna PKK’ê hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn bûyereke dîrokî ye. Dêrsim got, "27’ê Mijdarê, roja ji nû ve vejîna netewekê ye. Roja xwedîderketina li ziman çand û dîrokê ye. Ji ber vê jî hêviya me ya ji paşerojê ji her demê zêdetir e. Em ji her demê zêdetir berbi azadiyê ve gavan diavêjin. Bi wesîleya 34’emîn salvegera PKK’ê em careke din rûmeteke mezin dijîn."
‘Em dest ji azadiyê bernadin’
Dêrsim di axaftina xwe de bal kişand ser zilm û zora li ser gelê Kurd û tecrîda giran a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û anî ziman ku gelê Kurd wê têkoşîna xwe bê navber bidomîne. Dêrsîm girîngiya têkoşîna li Rojava jî destnîşan kir got, “Li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke mezin tê meşandin. Li hemû çiyayên welatê me, bajar û zindanan berxwedaneke bêhempa heye. Vê berxwedanê ji lezginiya xwe tu tişt wenda nekiriye û didome. Li Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke mezin heye. Wezîfeyên girîng li benda me ne. Wezîfeya sereke ew e ku divê em pergala îmhayê ya li ser Rêberê me parçe bikin û êrîşa li hemberî gelê me asteng bikin. Em weke partî û gel tu carî dest ji azadiyê bernedin. Divê ev wisa bê zanîn. Ger hewce be em amade ne zêdetir bedelan bidin. Lê em ji azadiya xwe, ziman û çanda xwe dest bernadin.”
Piştî axaftinan şahiya gerîlayan a pîrozbahiyê dest pê kir. Di şahiyê de gerîlayan stran gotin, skeç û lîstokên folklorê pêşkêş kirin. Şahî bi govendê bi dawî bû.
DEMHAT TOLHILDAN/DUNYA PALE / BEHDÎNAN
Ciwanan pîroz kir
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) Komalên Ciwan a Wargehê bi beşdariya bi sedan ciwanan li Navenda TEV-ÇAND a Wargehê 34’emîn Salvegera Damezirandina PKK’ê pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de li ser navê ciwanan Endamê Komalên Ciwan a Mexmûrê Tahîr Yaman daxuyanî da. Yaman di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gerîla û berxwedana li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku îsal bi gavên dîrokî salvegera damezrandina PKK´ê pîroz dikin. Yaman anî ziman ku ji bo vê pêvajoya dîrokî de encam werin girtin, wezîfekeye mezin dikeve ser milên ciwanan.
Tahîr Yaman di axaftina xwe de 1’emîn Konferansa Komalên Jinên Ciwan û Kongreya Komalên Ciwan ku di dawiya meha Cotmehê de hatibûn lidarxistin jî silav kir û got, "Em jî weke ciwanên Wargeha Şehîd Rustem vê kongreyê û konferansê weke biryara xwedîderketin û pêkanîna erka xwe ya şerê gel ê şoreşgerî dibinîn. Di 34’emîn Salvegera Damezirandina PKK’ê de ev kongre û konferans biryara azadkirina Rêber Apo û tevayî gelê Kurd e."
Piştî daxuyaniyê ciwanan govend gerandin û dirûşmayên “Bijî PKK´ê”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Komalên Ciwan” pîrozbahî bi dawî kirin.
DÎHA / MEXMÛR
Li Bexdayê pîrozbahiya 27'ê Mijdarê
Li paytexta Iraq´ê Bexdayê salvegera damezrandina PKK´ê hate pîrozkirin.
34’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li paytexta Iraq Bexdayê ji aliyê komek xwendekar û ciwan ve hate pîrozkirin. Ji bo pîrozbahiyê şahiyek hate lidarxistin. Şahî pêr hate lidarxistin û di destpêkê de li ser girîngiya rojê û dîroka PKK´ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku di damezrandina PKK´ê de ciwanan roleke girîng lîstîne û di vê pêvajoya dîrokî ku ya li pêşiya gelê Kurd jî divê ciwan berpirsyariyên xwe bi cîh bînin û pêşengtiya şoreşê bikin.
Piştî axaftinan, bi dehan ciwanên beşdarî şahiyê bibûn stranên şoreşgerî û neteweyî gotin. Şahî bi saetan dewam kir û bi sloganên ji bo PKK´ê bi dawî bû.