
Semînera destpêkê ya bi armanca nasandina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê roja Sêşemê saet di 16:00 de li navenda Medya El Arabiya pêk hat. Endama Desteya Rêveber a Federasyonê Elîzabeth Gevriye, Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) yê Qahîreyê Mele Yasîn, Nûnerê KDP ê Qahîreyê Şêrgo Hebîb, Serokê Navenda Lêkolîna Kurd li Misrê Recaî Feyad û rojnamevan-nivîskar Mûhammed Aslan Alî weke qiseker beşdarî semînerê bûn.
Serokê Navenda Medya Al Arabiya û Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî li Qahîreyê El Seyîd Abdulfettah jî di nava guhdar û temaşekeran de cih girtin.
Ev modala gelan e
Endama Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Elîzabeth Gevriye di destpêka semînerê de axivî û li ser civîna duyemîn a meclîsê agahî dan. Gevriye da xuyakirin, di nava sîstema federal de hemû gel, bawerî, ziman û çand cih digirin û modeleke çareseriyê ye ji bo herêmê. Her wiha Gevriye işaret bi jiyana hevpar a çand û gelên li herêmê kir, ku bi hezaran salî di nav hev de didome û anî ziman, ji ber ku ev model xweş li vê rastiyê tê, wan tercîh kiriye.
Em piştevanê sîstemê ne
Nûnerê KNK’ê yê Qahîreyê Mele Yasîn jî anî ziman ku, ji bo jiyana demokartîk, bi hev re û aştiyane ya gelên herêmê ev sîstem hatiye tercîhkirin û destnîşan kir ku pirsgirêkên li Sûriyeyê û gelemperiya herêmê ancax bi sîstemeke bi vî rengî were çareserkirin. Yasîn got, “Li herêmê dijminatiya di navbera gelan de hatiye çêkirin, ev yek ancax bi sîstemeke bi vî rengî dikare ji holê were rakirin. Ji ber ku wê aştî û biratiyê bîne herêmê, em heta dawiyê destekê didin Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê.”
Pêwîst e piştgirî bê dayîn
Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî Recaî diyar kir ku hevpeymana civakî ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dikare ji bo tevahiya Sûriyeyê bê qebûlkirin û got: “Qaşo gelek hêz ji bo Sûriyeyê li çareseriyê digerin. Lê belê ez bawerim çareseriya rastekîn ev sîstem û hevpeyman e. Lewma divê piştgirî ji vê sîstemê re bê dayîn.”
YPG hêzeke pîroz e
Nûnerê KDP’ê yê Qahîreyê Şêrgo Hebîb li semînera danasîna Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê axivî û anî ziman, ew ê destekê bidin sîstema federal a demokratîk.
Hebîb bersiv da gotina ‘terorîzm’ a hin welatan têkildarî PKK, PYD û YPG’ê bilêv dike û got, “PKK, PYD partiyên Kurd in, ku ji bo Kurdan têdikoşin û di vê oxirê de berdêlên giran dane. YPG’ê bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ‘ê û çeteyên din ên li Sûriyeyê xwe li cîhanê daye îspat kirin. Bi berdêlan nîşan daye ku hêza parastinê ya gelên Rojava ye. PKK û PYD ne terorîst in. Em wan weke partî û tevgerên ku ji Kurdan re nirxan dafirînin, dibînin. Em YPG’ê jî weke hêzeke leşkerî ya pîroz dibînin. Dibe ku nêrînên me ji hev cuda bin. Lê belê armanceke bingehîn a me hemûyan heye; bi qasî serê derziyê jî gumanên me ji berjewendiyên gelê Kurd û Kurdistanê nîne.”
Sîsteme Federal li dij Sykes-Pîcot e
Rojnamevan-nivîskar Mûhammed Aslan Alî jî diyar kir, yên bi dîrokê nizanibin, wê nikaribin siberoja xwe jî diyar bikin û got: “Di dîroka herêmê de gel her tim bi hev re jiyane. Piştî Peymana Sykes-Pîcot, ziman, ol, bawerî, reng weke hincet hatin nîşandan û gel kirin dijminê hev. Bi saya sîstema federasyonê wê ev parçebûn û dijminatiya bi Sykes-Pîcot hatiye afirandin ji holê were rakirin. Bi vî rengî wê hemû gelên herêmê li pêvajoya jiyana bi hev re û aştiyane vegerin.”
Bêyî Kurdan Astana bêwate ye
Alî herî dawî bal kişand ser civîna li Astanayê, ku li ser meseleya Sûriyeyê were lidarxistin û got, “Yên ku li Sûriyeyê û gelemperiya herêmê ji bo demokrasî û biratiya gelan têdikoşin, Kurd in. Venexwendina hêzeke bi vî rengî li civînên wiha, wê pirsgirêkê çareser neke. Berevajî wê bi kêrî dewamkirina şer bê.”
Li gorî agahiyan, semînerên danasîn Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li Qahîreyê, wê heta roja Yekşemê dewam bike. Ji endamên Desteya Rêveber a Federasyona Foza Yûsif wê beşdarî semînera roja Yekşemê bibe.
QAHÎRE