
Cenazeyan sipartin axê
Piştî rêzgirtinê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Şaha Emîn axivî û bang li Mahabat, Hewlêr û Amedê kir ku piştgiriya Şoreşa Rojava bikin. Şaha Emîn, diyar kir ku ev êrîş berdewama komkujiya 12’ê Adarê ya Qamişlo ye. Şaha Emîn qurbaniyên komkujiya Qamişlo bibîr anîn û soza şopandina rêya wan da.
Hiso: Ev plan bi sernakevin
Piştre Serokwezîrê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Ekrem Hiso axivî û bal kişand ku bi têkoşîn û xwîna şehîdan bingeha rêveberiya xweser hatiye avêtin. Ekrem Hiso, diyar kir ku zîhniyeta şovenîst a ku komkujiya 12’ê Adara 2004’an pêk aniye, vê êrîşa dawî jî pêk aniye. Ekrem Hiso anî ziman ku ev êrîş têkçûna herî mezin a êrîşkaran e û got, “Em vekirî dibêjin ku planên wan bi ser nakevin. Em soz didin ku em ê Rojava ava bikin û buhayê wê çi dibe bila bibe, em dest ji xaka xwe bernadin.”
Zîhniyeta 2004 û 2014’an yeke
Li ser navê TEV-DEM’ê jî Henîfe Hisên axivî û bibîrxist ku girseya gel wê îro ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya 12’ê Adarê kom bibûya, lê ji ber ku hêzên xwe wekî opozîsyon nîşan didin êrîş pêk anîn, ew îro li hizûra cangoriyan kom bûne. Henîfe Hisên anî ziman ku di navbera zîhniyeta ku komkujiya 2004’an pêk aniye û komkujiya 2014’an pêk aniye de tu ferq tune ye û wiha dom kir: “Em ji wan re dibêjin ku kiryarên wan, dê meşa me ya li pey şehîdên me ranewestîne.” Henîfe Hisên da zanîn ku plan û êrîşên bi vî rengî tu caran biratiya gelan xirab nakin û got ku rêveberiya xweseriya demokratîk îspata vê yekê ye.
Emê Qamişlo rizgar bikin
Henîfe Hisên destnîşan kir ku pirsgirêka Suriyê bi hikûmeteke navendî çareser nabe û ew ji bilî Suriyeke demokratîk û îradeya gel tu rêveberiyan qebûl nakin. Henîfe Hisên bang li hêzên ku dibêjin “li Qamişlo rejîm heye” kir ku werin piştgiriya YPG’ê bikin da ku Qamişlo rizgar bikin. Henîfe Hisên wiha dom kir: “Em li hizûra Helepçeya ducanî ku di êrîşê de şehîd ket û jinên ku ji bo azadiya Qamişlo feda kirine, dibêjin ku emê Qamişlo û Rojava bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk azad bikin. Her wiha hezkirin û evîna xwe ji Rojava û Suriyeya azad re destnîşan bikin.”
ANHA/QAMIŞLO
KCK’ê êrîş şermezar kir
Hevserokatiya Desteya Rêveber Rêveber a KCK’ê êrîşa di 11’ê Adarê de li Rojavayê Kurdistanê li Qamişlo pêk hat şermezar kir û ji bo malbatên welatiyên ku jiyana xwe ji dest da sersaxî xwest. Li bajarê Qamişlo ku girêdayê Kantona Cizîrê ye di êrîşa întîxarî ya pêk hat de 3 jin bi giştî 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. KCK’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da û got: “Çeteyan-terorîst li Rojava li bajarê Qamişlo li hemberî avahiya şaredariya bajêr êrîşeke alçax pêk anî. Di vê êrîşê de welatparêzên me yên şehîd ketine em bi rêz bibîrtînin û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwzin.
´Dê bersiv bê dayîn´
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta TC ya mêtînger ku tehemulê şoreşa Rojva nake û koma Çete ya El Nusrayê û çete-terorîst li dijî gelê me êrîş pêk anîne û ev teqez dê bê besiv nemîne. Ev çeteyên ku li dijî yekineyên parastina gelê me têk çûne van êrîşên hovane pêk tînin. Gelê me yê rojava li dijî van êrîşên alçax dê pergala xwe ya xwseriya demokratîk û parastina xwe bi hêztir bikin û dê Kurdistana Azad biparêzin. Gelê me yê her çar parçeyê Kurdistanê û tevgera me ligel şoreşa Rojavaye. Gelê me ne tenê ye."
ANF/BEHDÎNAN