
Di êrîşa bombeyî ya li bajarê Qamişlo de, endamekî Asayîşê, yek jê zarok 9 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 56 kes jî birîndar bûn.
Êrîş doh saet 09.20’an li taxa Enteriyê li pêşiya avahiya Asayîşê ya bajarê Qamişlo pêk hat. Li gorî şahidan kamyoneke bombebarkirî li kolana di navbera avahiya asayîşê û herêma sînaa de hate teqandin. Hate gotin ku tirimpêla hatiye teqandin, kamyoneke bi rengê sor e û piştî bombe tê de hatiye bicîhkirin, serê bi xîzê hatiye girtin.
Cihê teqînê nêzî kargehên Sînaa bû
Ji ber ku cihê teqînê nêzî kargeh û herêma sînaa ye û teqîn jî di saetên kar de pêk hat, welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn. Her wiha ziyan li gelek kargehên li herêma sînaa bû.
Di encama teqînê de endamekî Asayîşê, yek jê zarok 10 sivîlan jiyana xwe ji dest da. Li gorî Cîgira Serokê Desteya Tendurustiyê ya Kantona Cizîrê Meha Omo, di teqînê de 56 welatî jî birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên Rehmê, Kelîmê, Wetenî, Nafiz û Nur ên li bajêr.
Ji birîndaran ên ku navên wan hatine fêrbûn wiha ne:
Nexweşxaneya Nafiz: Ehmed Koca (10), Xelil Mihemed (45), Faiza Elî (35), Mihemed Mihemed (13)
Nexweşxaneya Kelîmê : Îmad Tefîq Îbrahîm (35), Celal Mihemed (12) Ednan Emîn (30)
Nexweşxaneya Rehmê: Ebbas Receb, Omer Awad, Îdal Guhdar, Ebdurehman Elî, Hebîb Şerro, Hozan Hisên, Binbaşi Gandi, Rêwan Loqman, Hemîda Şikrî, Mihemed Zehra, Omer Haci Elî, Mihemed Îbrahîm.
QAMIŞLO