Yekemîn festîvala Osman Sebrî li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hûnerê bi rêveberiya desteya çand û hûner hate li darxistin.

Yekemîn festîvala Osman Sebrî ya çand û hûner 11’ê Cotmehê li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hûner ya li Taxa Xerbî ya ser bi Bajarê Qamişloyê bi alîkariya rêveberiya desteya çand û hûner, bi dirûşmeya "Wêjeya gelan li Rojava zindî dibe" hat li dar xistin.

Bi dehan mêhvan û nûnerên ji sazî her wiha ji kantona Efrînê, Kobanê û ji Bajarê Minbicê jî amede bûn. Her wiha Koma Cûdî bi pêşkêşkirina stranên xwe moralê mêhvanan bilind kir.

Di despêkê de deqeyek rêzgirtin ji bo têkoşerên azadiyê hate girtin. Piştre  ji aliyê rêveberiya xweser a çand û hûnerê Ebîr Hesaf xêrhatina hemû mêvan, nûner, sazî, rojnemevan, rewşenbîr  û rêveberiyan kir û wiha got:" Ez festîvala yekemîn li hemû kesên amede pîroz dikim. Ev cihê serkeftinê ye ku em li cihekî wiha giranbiha festîvaleke wiha watedar li dar dixin. Ez dîsa serkeftinê ji hemû kesê ku ji bo vê rojê ewqas ked dane re dixwazim.”

Her wiha ji Kantona Kobanê Şêrîn Şêxo got, "Ez festîvala yekemîn a Osman Sebrî ya wêjeyê nemir li we pîroz dikim. Em bi hêvî ne ku festîvalên bi vî rengî dê xizmeteke baş bikin li çand û hunerê Kurdî.”

 

Ji Minbicê heta bi hinavên Osman Sebrî

Ji bajarê Minbicê Xezal Yusuf hestên xwe bi helbestekê îfade kirin û got: "Ji Minbicê bi helbest û wêje, em hatine ber bi Bajarê Qamişloyê. Minbic û Qamişlo di dilê me de gelekî watedar in."

Divê festîvalê de yê ku asta yekemîn de xelat girt rojnemevan Elî Roj, asta duyemîn de rewşenbîr Cemîle Mihemed û di asta sêyemîn de jî helbestvan Emîra Mistefê xelat wergirt.

Di dawiya şahiyê de Koma Cûdî stran bi awayekî xweş û coş gotin, moralê kesên beşdar xweş kir. 


ANHA / QAMIŞLO