Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê û Heyva Sor a Kurd bi minasebeta Roja  Zarokên ku Bûne Qurbaniyên Êrîşan a Cîhanê bi şîara ‘Şerê we hêviyên me dikuje’ şahiyek ji bo zarokan li bajarê Qamişlo li dar xist. Şahî li Hola Şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar ket. Zarokên bajêr bi malbatên xwe re, endamên Komeleya Mafên Mirovan û Heyva Sor a Kurd beşdarî şahiyê bûn. Şahî bi helbesta Meryem Temo ya li ser zarokên bûne mexdûrên şer, dest pê kir. Piştî helbestê daxuyanî ji aliyê her du saziyan ve hate dayîn. Endama Ofîsa Psîkolojiyê ya Heyva Sor a Kurd Ehlam Yusif daxuyanî bi Erebî û endama Komeleya Mafên Mirovan Midya Osman jî bi Kurdî xwend. Piştî daxuyaniyê Koma Ronak a zarokan çend stran pêşkêş kirin. Piştî wê Koma Şehîd Rûken govend, piştî govendê jî Koma Rihan çend stran pêşkêş kirin. Şanoya Siya Baxçe lîstikek, Koma Nûpelda jî stran pêşkêş kirin.

 

QAMIŞLO