Ji ber barana zêde ya ku li navçeyên rojhilat ên kantona Qamişlo barî, lehî rabû û gelek rê hatin girtin.
Doh li navçeyên Tirbespî, Çilaxa û Dêrikê yên girêdayî kantona Qamişloyê ji ber barana zêde lehî rabû.
Ji ber lehiyê rêya di navbera bajarê Qamişlo û Dêrikê de hat girtin. Şaredariya Gel jî hewl dide rê veke, çûyîn û hatinê hêsan bike.
Her wiha di encama lehiyê de, pira Taxa Cûdî (Xêrka berê) ya bajarê Dêrikê jî hilweşiya.
ANHA / QAMIŞLO