Di duyemîn roja Mîhrîcana Şanoya Kurdî de pêr saet di 15.00’an û 18.00’an de du şano hatin pêşandan.
Şoreşa miriyan û Nanê jehrî li ser dikê bûn
Şanoya yekemîn bi navê “Şoreşa miriyan” a koma Roslîn a bajarê Hesekê bû. Senaryoya vê şanoyê Arwîn Şo nivîsiye û derhêneriya wê jî Mihemed Resûl kiriye. Di şanoyê de tê nîşandan ka çawa zindî li hemberî desthilatdarî û koletiyê bêdeng dimînin û mirî jî berûvajî vê yekê li hemberî desthilatdariyê û koletiyê serî hildidin û jiyana di goristanê de qebûl nakin.
Şanoya duyemî bi navê “Nanê jehrkirî” ya koma Tolhildan a ji bajarê Hesekê bû. Senaryoya vê şano jî Vîslîn Xançov nivîsiye û derhêneriya wê jî Şandiyar kiriye. Ev şano wekî diyarî pêşkêşî rihê şehîdên Newroza 2015’an ên bajarê Hesekê hate kirin.
Naveroka vê şanoyê jî ew e ku mirov qebûl nake zemîrê xwe bifroşe û xiyanetê qebûl nake û li hemberî koletî û xiyanetê têdikoşe û nanê jehrkirî ji hevalên xwe yên di çiya de têdikoşin re qebûl nake bibe.
Di dawiya herdu şanoyan de endamên komîteya Jûriyê lîstik û pêşandana wan nirxandin. Beşdaran jî bi nêrînên xwe der barê herdu şanoyan de tevlî nirxandinan bûn.
QAMIŞLO