Li Qamişlo di encama operasyonek hevbeş ya Hêzên Ewlekariya Hindirîn û Hêzên Taybet de hinek endamên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hatin girtin.

Piştî ku dewleta Tirk di qaşo herêma ewle û Idlibê de serberjêr çû, li Bakur û Rojhilatê Sûrî çeteyên xwe yên razayî hişyar kir. Bi vê re rejîma Sûrî jî pêxwasên xwe û DAIŞê jî çeteyên xwe sitin nava tevgerê. Şaneyên veşartî yên di bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe bi cih kirine, metirsiyê li ser jiyana civakê û aramiya herêmê çêdikin. Tê zanîn ku di demên cuda de çendîn teqîn li bajarê Qamişlo rûdan û di van teqînan de kuştî çêbûn û gelek ziyanên madî gihiştin şêniyan. Hêzên ewlehiyê li ser van şaneyan lêpirsînên berfireh dane destpêkirin. Di encamê de bi operasyonek hevbeş ya Hêzên Ewlekariya Hindirîn û Hêzên Taybet ên Antî Teror, hinek endamên şaneyên veşartî hatin girtin.

MIT-Muxaberat-DAIŞ

Piştî ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyên çeteyên DAIŞ’ê têkçûn, vê carê bi şêwazên cuda êrîşî herêmê dikin. Çete vê carê bi rêya şaneyên veşartî li herêmê êriş dikin.

Di demên cuda de operasyon hatin kirin û di van operasyonan de serçeteyên şaneyên veşartî Îbrahîm Husên Elmuhemed ku girêdayî hêza Dîfa Wetenî ya ser bi rejîma Suryê ye û 7 hevalbendên wî yên êrîşkar hatin girtin. Berpirsê Asayîşê diyar kir ku di rêxistinkirina van çeteyan de istixbarata Tirk bi roleke girîng radibe. Lê di heman demê de pêxwasên rejîmê jî di van bûyeran de cih digirin. Di îfadeyên çeteyan de jî derket holê ku istixbarata Tirk, rejîma Sûrî û DAIŞê ferman dane wan.

 

ANHA / QAMIŞLO