Li gorî agahiyên destpêkê hêzên rejîmê doh saet derdora 11.00’an, li Çerxerêya Sebe Behrad dor li ekîbeke asayîşê dorpêç kir û xwestin wan bigirin. Li ser vê yekê hêzên asayîşê bersiv da û pevçûn derket. Di şer de li herêmên ku hêzên rejîmê wekî Çargoşeya Ewlekariyê bi nav dikin, heta niha 8 endamên rejîmê hatin kuştin.
Her wiha firina nan a li heman herêmê jî ji hêzên rejîmê hat stendin û 12 endamên pêxwasên rejîmê ku wekî Dîfa Wetenî tên binavkirin ên di avahiya firinê de jî hatin girtin. Wexta nûçe dihat amadekirin şer li herêmê dewam dikir.
ANHA/QAMIŞLO