Komîna Sînemeya Ciwanên Kurdistanê ya Desteya Çand û Huner kurte fîlmê bi navê Kêliyek ji Nûvejîn û belgefilmek pêr hatin pêşkêşkirin.
Ciwanên bajarê Qamişlo, şervanên YPJ/YPG`ê û endamên YCR`ê ji bo kurte filmê Kêliyek jinûve jînê û belgefilmê Çirûska Şoreşê temaşe bikin li navenda Mihmed Şêxo a Çand û Hunerê kom bûn.
Komîna Sînemeya Ciwanên Kurdistanê ya Desteya Çand û Hunerê di destpêke de kurte filmê Kêliyek jinûvejînê pêşkêş kirin.
Kurte film li ser jiyana tabûra Şehîd Keder a YPG`ê hatibû amadekirin. Tabûra Şehîd Keder a herêma Qamişlo li bajarê Serekaniyê li hemberî çeteyên Cebhet El-Nusra û li herêma Çilaxa li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi lehengî şer dikin. Di kurte filmê de şehîd Xebat, şehîd Dilo, şehîd Andok, şehîd Zana û şehîd Qehreman ên ku endamên tabûra Şehîd Keder bûn û bi lehengî li hemberî çetayan şer kirin, hatin bibîranîn.
Kurte filmê ku ji aliyê Komîna Sînemeyê hatibû amade kirin 15 deqeyan berdewam kir. Piştî wê belgefilmê Çirûskên Rojava hat pêşkêşkirin.
Di belgefilmê de rola ciwana ya di şoreşa Rojava de, serhildana Qamişlo ya 12`ê Adarê 2004`an û avakirina YPG`ê hate ziman.
ANHA/QAMIŞLO