Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, destnîşan kir ku di êrîşa bombeyî ya li Qamişlo de endamekî Asayîşê û 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên çete yên girêdayî El Qaîdeyê piştî binkeftina xwe ya li hemberî hêzên YPG’ê, dîsa serî li êrîşên dij mirovahiyê kirine. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşa Qamişlo jî yek ji van e û ev agahî hatin dayîn: “Navenda Asayîşa Qenatsiwês a Qamişlo rastî êrîşek terorî hat. Terorîstekî întîharî xwest bi wesayîtek bombebarkirî derbasî hewşa asayîşê bibe, lê endamê Asayîşa me, ew ferq kir û bi hişyarî û fedakariyek mezin nehişt derbasî hewşê bibe. Lewma êrîşkar li derveyî deriyê avahiyê wesayît teqand.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vê êrîşa hovane de endamê Asayişa Qenatsiwês Îbrahîm Elî Derwêş, kesê bi navê Ferhat Hebîb û kesekî nasnameya wî nehatiye zanîn jiyana xwe jidest dane.

KCD'ê êrîşa li Qamişlo şermezar kir

KCD'ê êrîşa li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku bi van êrîşan re tê xwestin were qurifandin û bibe parçeyek ji polîtîkayên wan. KCD'ê destnîşan kir ku divê were zanîn ev êrîş dê ti carî bi ser nekevin û got, "Li gel êrîşên çeteyan ên li hemberî Kurdan rûdana êrîşên bombeyî li navenda bajarê Qamişlo nîşan didin ku hewl tê dayîn pevçûnên dijwariyê li gelemperiya Kurdistanê bê belavkirin. Ji ber vê yekê em êrîşên li Rojavayê Kurdistanê weke sûcekî li dijî mirovahiyê dibînin û bi tundî lanet dikin."
KCD'ê ragihand ku ev destketî û rewşa Kurdan, hêzên faşîst ên mêtînger tirsandiye û got, "Ev rewşa Kurdan ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye çavkaniya îlhamê.  Weke KCD di serî de Rojava ji tevahiya gelê Kurd û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê ji birîndaran re jî şifa xêrê dixwazin."

Li Girê Spî 6 li Efrînê 3 çete hatin kuştin
Her wiha ji bilî Qamişlo li herêmên din jî êrîşên komên çete hebûn.Li herêma Grê Spî û Efrînê 9 çete hatin kuştin.
 Li rojavayê bajarokê Girê Spî (Til Ebyad) ji ber êrîşa çeteyan di navbera wan û hêzên YPG'ê de şer derket. Di encama şer de 6 çete hatin kuştin.
Hate ragihandin ku di pevçûnan de li Bîrkino 3, li Susik 2 û li Meluh El Qemer jî endemakî komên çete hatin kuştin. Di pevçûnên li derdora Qestel Cindo ya Efrîn ku di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de rûdane 3 çete hatin kuştin û yek birîndar bû. Di heman pevçûnan de şervanekî YPG'ê jî jiyana xwe jidest da.

QAMIŞLO/GIRÊ SPÎ /EFRÎN