Xelîl Îbrahîm  El-Cedû ji gundê Nes Til ê bi ser Til Birak a girêdayî kantona Qamişlo ye. Kêfa Xelîl Îbrahîm ji heywanan re tê û di mal de jî wan xwedî dike. Lê ev heywana ku di mal de xwedî dike, ne kew, kûçik an pisîk e. Ev maran xwedî dike erê we şaş nexwend maran.

Di odeyê de, cihê her marekî taybet e. Ehmed malbata xwe jî fêrî nêçir û xwedîkirina maran kiriye. Xelîl Îbrahîm derbarê xwedîkirina maran de dibêje ne ji bo pere ne jî ji bo xelk behsa wî bike, ew maran xwedî dike û wiha dipeyive:”Mar tu carî ji bo zerarê bide mirovan êrîş nake, tenê dema metirsî hebê parastina xwe dike.”

Li gorî Xelîl gelek cureyên maran li navçeya Til Birak hene, lê cureya herî xeter marê rengê reş a ku bi “Irbîd” tê binavkirin e , marê rengê şîn bi xwarina mişkan tê nasîn.  Marê qehweyî ne bijehir e. Her wiha gelek cureyên din ên maran li herêmê hene.

 

ANHA/QAMIŞLO