Li meydana Îskenderiyê ya taxa Xelîc a Qamişloyê, ji ber teqînekê, 2 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan, 2 endamên Asayîşê jî birîndar bûn.

Teqîn doh danê sibehê saet di 08:35’an de pêk hat. Li gorî agahiyan mayîna li kêleka rê hatibû bicihkirin hatiye teqandin.

Berdevkê Hêzên Asayîşa Rojava da xuyakirin, ku di encama teqînê de 2 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dane, 2 endamên Asayîşê jî bi sivikî birîndar bûne. 


 QAMIŞLO