Yek ji damezirênerê projeya avakirina weşanxaneya Darê Şiyar Îsa li ser tora civakî derheqa weşanxaneyê de ev agahî parve kirin:

“Bi rêya avakirina weşanxaneyan, rewşa çandî ji qonaxa gêrebûn û bêserûberîyê rizgar dibe, gavên berbiçav ên di warê bilindkirina asta rewşa çandî ya giştî de diavêje û asta hizir û çêjwergirtina gel bi pêş ve biçe.


Çima DAR?

“Di zimanê Kurdî de, peyva Darê tê wateya dan û berdana bêsînor û her wisa kakilê berhemdarî û bexşandinê dinimîne, ku ev wate jî li gel hizir û dilxwazîya me digunce. Bi Darê em dixwazin wekî darekê sîber bibin sûka berhemdarîya çandî ya Rojavayê Kurdistanê û cîhanê bi çanda xwe bidin naskirin, çunku em dixwazin Dara me bibe hêlîna stratejîyeke berfireh a danasîna çand, lêkolîn, lêgerîn, wêje û folklora Rojavayê Kurdistanê.”



Danasîna Weşanxaneyê


Dar bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê wekî navenda xebata xwe dide nasîn û karûbarên xwe li seranserê Rojavayê Kurdistanê dide meşandin.
Dar yekem weşanxaneya Rojavayê Kurdistanê ye. Weşana xwe bi zimanên Kurdî û Erebî dike û ew her weha deriyên xwe ji bo hemû çandên herêmê yên gelên Suryanî, Ereb, Ermen, Tirkmen û Çerkez li piştê vedike.
Weşanxaneya Darê wê giranîyê bide weşandina berhemên hizirî, dîrokî, folklorîk, wergêrî, wêjeyî û hunerî.”


 QAMIŞLO