Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li Qaqizmanê di çalakiya gerîla de herî kêm 7 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:”Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 16’ê Tebaxê saet 7’an li herêma Govendê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker ku li ser Girê Deriyê Panê bû çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de derbên giran li çeper û stargehên dijmin ên li ser gir hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.
Neçar man xwe ji herêmê vekişînin
Artêşa TC a dagirker 13’ê Tebaxê li herêma Kizil Kîlîse ya li navçeya Qaqizman a Qersê dest bi operasyonê kirin. Sibeha 14’ê Tebaxê balafirên şer û helîkopterên kobra yên hêzên dagirker bi rengekî bê navber bombe li herêma Hîslî Magara barandin. 2 yekîneyên operasyonê piştî bomberdûmanê hewl dan ji bejahî ve xwe bigihînin herêma Kevirê Qul. Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê dest pê kir, hêzên me danê nîvro li her du yekîneyên dijmin xistin. Ji nêz ve bi du baskan derbên giran li yekîneyên dijmin hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 7 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Hevalê me Şervan ku bi rengekî fedayî li dijî dijmin şer kir, şehîd bû. Yekîneyên operasyonê yên derbên giran xwarin, neçar man xwe ji herêmê vekişînin. Arteşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi desteka helîkopterên kobra termên leşkerên xwe û yên birîndar bi helîkopterên skorsky ji herêmê rakir.
Roja 15’ê Tebaxê, artêşa TC a dagirker bi obus û hawanan bombe li herêma Kizil Kîlîse barand û danê êvarê xwe bi temamî ji herêmê vekişand.”
Destvala vegeriyan
Her wiha HPG da zanîn ku artêşa TC a dagirker 13’ê Tebaxê bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov û yekîneyên veşartî li herêma Bagokê ya Mêrdînê dest bi operasyonê kiriye û ev operasyona wan 16’ê Tebaxê bi rengekî bê encam qediya û hêzên operasyonê xwe ji herêmê vekişandin.
Li Dersimî gerilayek şehîd bû
HPG diyar kir ku 6’ê Tebaxê li herêma Deştê ya navçeya Qisle ya Dersimê hevalekî wan şehîd bûye û nasnameya hevalê xwe ew ê piştre bi raya giştî re parve bikin.
ANF/BEHDÎNAN