
Nêçîrvan Barzanî ji îmze avêt
Serokwezîrê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji di çarçoveya kampanya îmzyan ya ji bo azadiya Ocalan hatî destpêkirin îmze avêt.
Kampanya îmzeyan ya li Iraq û başûrê Kurdistanê bi şîara komkirina ‘milyonek îmze’ ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hatî destpêkirin, duh Serokwezîrê Hikumeta Federal ya Başûrê Kurddistanê Nêçîrvan Barzanî li avahiya Encûmena Wezîran jî tevlî bû û îmze ji bo azadiya Ocalan avêt. Endamê komîteya kampanyayê Elî Mehmûd ji rûdawê re axivî û diyarkir ku, wan ji bo piştgirîdayîna kampanya îmzeyan serî li serokatiya encûmana wezîran daye û ji aliyê Serokê Hikumeta Federal ya Başûrê Kurdistanê ve hatine pêşwazî kirin.
Mehmûd anî ziman ku, piştî pêşwazîkirinê Serokwezîrê Hikumeta Federal ya Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî da kampanyayê û ji bo azadiya Ocalan îmze avêt.
QELADİZÊ/HEWLÊR
Bi eleqeyek mezin beşdarî
Kampanya îmzeyan a bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Kurdistaniyên li paytexta Rûsya Moskowayê dijîn, ji bo balê bikşînin ser vê mijarê dest bi berhevkirina îmzeyan kirin.
Kurdistaniyên li paytexta Federasyona Rûsyayê Moskowayê dijîn, ji bo pişgirî bidin kampanya îmzeyan a ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê birêveribin û bala gelên cûda bikişînin ser vê mijarê duh li meydana VDNX dest bi berhevkirina îmzeya kirin. Di dezgeha îmzeyan de, pirtûkên parêznameya Ocalan jî hatin belavkirin. Gelên li Moskowayê dijîn bi eleqeyek mezin beşdarî kampanyayê bûn û îmzeyê xwe bikar anîn.
Kampanya ku di bin însiyatifa rêxistinên Kurd yê li Federesyona Rûsyayê hatiye despêkirin dê li hemû bajaran dewam bike.
Li paytextê Swîsreyê stand
Ji aliyê din ve Meclisa Gelê Kurd ya li Bernê, di çarçoveya Kampanya ji Ocalan re Azadî standa îmzeyan hate danîn. Endamên Meclisa Gelê Kurd li paytextê Swîsre Bernê li Bern Bahnhofplaztê ya li gara trenê ji bo azadiya Ocalan stand vekirin. Standa ku rastî eleqeyek mezin ya gel hat, herwiha danezanên di derbarê şert û mercên Ocalan û çareseriya demokratîk ya pirsgirêka Kurd vedibêjin hatin belavkirin. Xebatkarên Meclisa Gelê Kurd ya li Bernê ragihandin ku, dê ji niha pêve her heftiyê standa îmzeyan vekin.
STOCKHOLM/BERN