Li Qersê û Li Qoserê, ku şaredariyên herduyan jî di destê HDP´ê de ne, şaredarî festîvalan li dar dixin.
Ev cara pêşî ye ku HDP´ê Şaredariya Qersê bi dest dixe. Bi hilbijartina Hevşaredaran Ayhan Bilgen û Şevin Alaca re xebatan jî dest pê kir. Ligel xebatên nav bajêr, niha ew festîvalekê jî li dar dixin. Festîval bi navê “Festîvala Çand û Xwezayê ya Serhedê” cara pêşî ye ku li dar dikeve. Festîval dê 29-30’ê Hezîranê bi rê ve biçe. Di çarçoveya wê de panel, gotûbêj, şahî, cirît û lîstikên gel wê hebin. Her wiha bi beşdariya hunermend Îlkay Akkaya, Seyfi Yerlikaya, Ozlem Baglayan, Kardeş Turkuler, Aşik-Dengbêj, Mehmet Atli û Dengbêj Meyman konserek jî wê li dar bikeve.
Li Qoserê şano heye
Şaredariya Qoserê jî di 6 û 7’ê Tîrmehê de wê xelkê xwe bi şanoyê bixeriqîne. Di çarçoveya şahiya şanoyê de ku du rojan wê li dar be, Şanoya Bajêr a Amedê wê du lîstikên xwe - „Wê hesab neyê dayîn” (6’ê Tîrmehê) û “Xwezînî” (7’ê Tîrmehê) - pêşkêş bike. Pêşkêşkirina lîstikan saet di 20’an de li Navenda Jinan a Nûda ye.
QERS / MÊRDÎN