Av nîne serê xwe bişon
Ji heman gundê Fatma Oztemûr, diyar kir ku gundî ji kaniyê avê dilop dilop digrin û wiha pê de çû: "Em sibehê zu diçin ber kaniyê. Ji kaniyê av dilop dilop tê û em bi vî awayî pêwîstiyên xwe yê avê pêk tînin. Yê ku vê zilmê li me rewa dibîne îro dema hilbijartinê jî tê ray ji me dixwaze. Her tim bi eynî bahaneyan me dixapînîn. Em vê hilbijartinê rayê xwe bikarnaynîn. Zarokên me ji ber ku av tûne nikarin serê xwe bişon."
“Em perîşanin”
Li gundê Porsûk'ê jî Nûrettîn Ozkarakiş, destnîşan kir ku gundî ji ber pêwîstiya xwe yê avê kilometreyekê bi rê ve dimeşin û wiha berdewam kir: "Zorokên me perîşanin. Gazina me ji hikumetê û ji dewletê heye. Çima ev dewlet li me xedi dernakeve?" Ji heman gundê Fatma Erdagoz jî wiha axivî: "Em jî hemwelatiyê vê welatê ne. Çima ev zilm li me rewa dibînin. "
DÎHA/QERS