Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyê de agahî da û diyar kir roja 1’ê mijdarê li Qilabanê sê leşker hatin kuştin. HPG'ê ragihan ku; “Di 1’ê Mijdarê de di saet 09.30’an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerên artêşa dagirker ên li girê Çetan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Di heman herêmê de di saet 11.50’an de çalakiyeke din hatiye lidarxistin de leşkerek hatiye kuştin leşkerek jî birîndar bûye. Di 2’ê Mijdarê de di saet 06.30’an de li dijî heman herêmê çalakiyeke din hatiye lidarxistin di encama vê çalakiyê de jî leşkereke dijmin hatiye kuştin .Piştî van çalakiyan ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma çalakiyê bi hewan, obus û tankan hatiye bombekirin. Dijmin kuştî û birîndarê bi helîkopterên skorskyan ji heremê dûr xistine.”
HPG’ê diyar kir ku 31’ê Cotmehê di saet 16.00’an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerên “dijmin” ê li herêma Sinahtê ji aliyê “gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û got; “Di encama vê çalakiyê de tankek derbe xwariye, hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
HPGdiyar kir ku 1’ê Mijdarê di navbera saet 19.00-22.00’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Girên Garê, Konserve, Genîş, Geliyê Ava Hecibegê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin û got; “Di 2’ê Mijdarê de di navbera saet 00.00-00.30’an de li dijî Gundê Ermûşê jî bi balefirên şer hatiye bombekirin.”
Li Amed, Agirî û Dêrsimê çalakî
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê da zanîn ku 1’ê Mijdarê li navenda Dersimê li dijî leşkerên artêşa dagirker ên li herêmê Kurasî ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û got; “Di encama çalakiya ji baskan hatiye lidarxistin, hemû baregeh bi awayeke bandor hatiye lêdan, lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskya ji herêmê dûr xistiye û herêm ji aliyê helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.”
HPG’ê diyar kir ku 31’ê Cotmehê di navbera saet 17.00-18.00’an de li navbera navçeyên Farqîn û Pasûra Amedê ji aliyê gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin û got; “Nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Piştî çalakiyê li li dijî herêmên Haciserkeft, Mala Alîkê, Kokanê û Sultaniya Farqînê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di heman rojê di saetên êvarî paş de vekişiyaye lê hîn jî li herêmê ji aliyê yekîneyên veşartî kemîn tê vedan û keşf tê kirin.”
HPG’ê da zanîn ku 31’ê Cotmehê di saet 22.00’an de li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî nuqteyeke ewlekariyê ya ji aliyê polîsên tevgera taybet tê girin ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û ev agahî da; “Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê riya gundên diçe Bazîdê ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye girtin û li dijî herêmê Kirê Elê, Kirê Xelaç û Demîrkapiyê operasyonek hatiye lidarxistin.”
ANF/BEHDÎNAN