
Bipêşkeftina teknolojiyê gelek karê wekî teng, tevn, poşî, werîs ên ku bi desta tên çêkirin jî li bakurê Kurdistanê dan jibîrkirin. Yên ku ji holê rabûne jî tenê ji bo xemlê yan jî wekî nîşanekê tên çêkirin. Nexasim jinên temen mezin naxwazin ev çand ji holê rabe. Yek ji wan welatiyan jî Nesîbe Urun a 58 salî ku li taxa Ripin a li navçeya Şirnexê Qilebanê ye. Urun ev nêzî 35 salan e karê çêkirina tevnê dike, bi çand û hunera xwe li Qilebanê bi nav û deng e.
'Ev çanda pîr û kalên me ye'
Hin karê teng û tevnê ku niha hatine jibîrkirin û qet nayên bikaranîn jî ji aliyê Urun ve tên çêkirin. Urun diyar kir ku hêdî hêdî çanda kurdewarî ji holê radibe. Urun dest nîşan kir ku berê wan ev kar bi taybetî li gundan li ber pez û dewaran dikir û wiha peyivî: "Me pez li zozanan xwedî dikir û heta şevê me hiriya wan ji bo teng û tevnê dirêst. Lê belê êdî ev çand nemaye. Ev çand, çanda pîr û kalên me ye." Urun da zanîn ku ji bo ev çanda kurdewarî winda nebe ew ê heta dawiya emrê xwe vî karî bike. Urun got, ew vî karî hem ji bo çanda wan tune nebe dike û hem jî pê debara mala xwe dike. Urun destnîşan kir ku ew serê tengeka ku çê dike bi 60 TL yî difiroşe.
Naxwaze ev çand tine bibe
Jina bi navê Laleş Şengîl (53) jî ev nêzî 30 salan e ku karê çêkirina berpiştên dewaran dike. Berpiştên dewaran jî çandeke Kurdan e. Şengîl jî weha peyivî: "Di roja me ya îro de ji ber her bipêşketina teknolojiyê û berhemên sanaiyê çanda ber û piştan winda bûye. Berê ne wekî niha bû. Wê demê jiyana me hemû li ser pişta dewaran bû. Niha jî li gelek gundan jiyan li ser pişta dewaran e. Ez berpişta dewaran, teng, hevsarê dewaran çêdikim. Ji bo pişta dewaran ji bar kul nebe. Divê berpiştên dewaran baş û nerm bin ji ber vê yekê ez wekî çandekê û pêdiviyekê vî karî dikim." Şengîl got, ew wek jinên Kurd naxwazin ev çand winda bibe û heta dawiya emrê xwe ew ê berdewam bikin.
OZGUR PAKSOY/DÎHA/ŞIRNEX