Li navçeya Qoser a Mêrdînê êrîşên li hember penaberên Sûriyeyê dewam dike. Ev du rojên dawîn e li êrîşên li hember penaberan berdewam dike. Ji ber êrîşan gelek polîs û TOMA hatin cihê bûyerê. Koma êrîşkar bi keviran êrîş li erebeyek bi pleqeya Sûriyeyê kir û bi dirûşma 'Em kesên ji Sûriyeyê naxwazin" meşek li dar xist. Ji ber êrîşên li Qoserê şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku mafê îlticayê mafeke gerdûnî ye û wiha hate gotin: "Kesên penarber ku li Mêrdîn û navçeyan, li rastî tundiya komeke diyar e û dewlet jî li ber van çavên xwe digire. Bi van êrîşên provakator tê xwestin ku mexdûrên şer bên lînç kirin."
DIHA/MÊRDÎN