
Li Qosera Mêrdînê roja pirtûkan a bi dirûşma “30 weşanxane, 30 nivîskar” ya bi pêşengiya Weşanxaneya Ekinê di 20’ê Gulanê de hatibû vekirin didome. Roja pirtûkan a li MovaPark hatiye vekirin dê heya 11’ê Hezîranê berdewam bike. Berpirsyarê Weşanxaneya Ekinê Muhittin Bozan di der barê pêşengahê de diyar kir ku dê heya dawiyê gelek nivîskar ji bo pirtûkên xwe îmze bikin li cem wan bin. Bozan diyar kir ku di pêvajoya OHAL’ê de lidarxistina pêşangeheke bi vî rengî pir girîng e.
DÎHABER/MÊRDÎN