Li navça Qosera Mêrdinê di saetên serê sibehê de bi awayekî hemwext polîsan avêt ser gelek malan û 13 kes binçavkirin. Hate ragihandin ku 13 kesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a navça Qoserê tên rawestandin.
Yekineyên Miduriyeta Polîsên Amedê Li taxa Diclekentê ya navça Peyasê Endamê Daîmî ya Lijneya Kongreya Civaka Demokratîk Mehmet Baysal binçavkirin. Polîsên ku Baysa binçavkirin ew birin Miduriyeta Polîsan ya Amedê. Sedema binçavkirinên li navça Qoserê û Amedê nehat zanîn. Endamê Meclisa BDP'ê Mustafa Dogrul li Taxa Şakîrpaşa ya girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê ji aliyê polîsan ve li rê hate rawestandin û binçavkirin. Hinceta binçavkirina Dogrul nehate zanên. Hate zanên ku Dogrul niha li Midûriyeta Polîsan a Edeneyê tê girtin.
Xwendekar binçav kirin
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan, li dijî malên xwendekarên Zanîngeha Çewlîkê hemwexst bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 14 xwendekar binçav kirin. Polîsan di serdegirtinê de li malan lêgerînek fireh pêk anîn û gelek pirtûk û kovarên xwendekaran desteser kirin. Polîsan 14 xwendekarên di navde Yunus Bulut, Mahmut Badencir, Ahmet Kiliç û Nevroz ku paşnava wê nehat zanîn jî heye binçav kir. Sedema binçavkirinê nehat zanîn. Hate diyarkrin ku xwendekar bi fermana Dozgerê Komarê ya Amede hatin binçavkirin. Xwendekar li Midîuriyeta Polîsan a Çewlîkê tên girtin. Ji ber der barê dozyayê de biryara veşarî heye parêzer heta rojekê nikarin biçin hevdîtinê.
AMED-EDENE- ÇEWLÎK