Şahiyê bi deqiqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre li ser navê PÇDK’ê Zeynep Germiyanî axivî. Zeynep di axaftina xwe de Xweseriya Kantona Cizirê û Kobanê pîroz kir û wiha got: “Em li vê avakirina Kantona Cizirê û Kobanê bi dilek germ pîroz dikin û silavên gelê berxwedanvan û serhildêr yê gelê Ranya ji gelê Rojava yê berxwedanvan re dişînîn. Weke tê zanîn Xweseriya Kantona Cizîrê û Kobanê ji xwe de avanebûye. Ev di encama xwîna hezaran şehîdan, ked û xebata gelê me yê Rojava hatiye avakirin. Jibo vê jî em bi keyfxweşî pêşwazî dikin, serkeftinê ji gelê xwe yê Rojava re dixwazîn û hêvî dikîn li parçeyên din yên Kurdistanê jî sîstema Xweseriya Demokratîk bê avakirin.” Piştre peyamên PÇDK, YNK, PYD, YEKGIRTÛ, Partiya Komînist, RJAK û Komeleya Rêkxistinên Demokratên Ranya hate xwendin. Di naveroka hemû peyaman de Xweseriya Kantona Cizirê û Kobanê hat silav kirin û ji bang li gelê Kurd hat kirin kû, piştgiriya xwe jibo sîstema xweseriya demokratîk û avakirina Kantona Cizirê, Kobanê û Kantona Efrînê kû îro tê îlan kirin bidin nîşakirin.
SILÊMANÎ