
Di şerê li navenda Reqayê de 10 çete hatin kuştin, 350 sivîlên din jî hatin rizgarkirin. Şer li taxên navenda Reqayê bi dijwarî dewam dike. Ji pêr bi şev heta doh sibehê li taxên Nehda, taxa Kurdan, Berîd, derdora nexweşxaneya Wetenî, çerxerêya Neîm û meydana fûtbolê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer bi dijwarî dewam kir. Şervan li van deveran derbên giran li çeteyan dan û bi pêş ve çûn. Li van deveran her diçe dor li çeteyan teng dibe. Di encama şerê pêr bi şev heta doh destê sibê de herî kêm 10 çete hatin kuştin û çeteyekî jî xwe radestî şervanan kir. Her wiha miqdarek çek û cebilxaneya çeteyan jî kete destê şervanan.
Li aliyê din operasyona rizgarkirina sivîlan dewam dike. Doh danê sibê 195 sivîl hatin rizgarkirin. Hin çeteyên birîndar ên di nava sivîlan de xwe veşartî jî hatin girtin.
Tîmên rizgarkirina sivîlan ên QSD’ê ji navenda bajarê Reqayê 155 sivîlên din jî piştî operasyona li jor behsa wê hat kirin, rizgar kirin. Bi vê yekê hejmara sivîlên ku pêr bi şev û doh hatin rizgarkirin bû 350. Tîmên taybet ên sivîlan ên QSD’ê xebatên rizgarkirina sivîlan li taxên navenda Reqayê ku şer li wan didome, bê navber didomînin. Doh danê sibehê jî 155 sivîl ji taxa Nehda û taxa El-Ekrad (Kurdan) ku şer bi giranî li wan didome, rizgar kirin.
Çete cebilxaneya xwe dişewitînin
Çeteyên DAIŞ’ê ku li bajarê Reqayê pirr tengav bûne, êdî cebilxane û belgeyên xwe yên heyî jî dişewitînin. Di encama hemleyê de şervanan heta niha 19 tax ji çeteyan rizgar kirine, şervan bipêşveçûna xwe ya li navenda bajêr, didomînin. Şervan êdî di qonaxa dawî ya hemleyê de ne û çete di nava bajêr de ji ber tengaviyê dest bi şewitandina cebilxane, belge û nexşerêyan kir.
Şervanan dor girtiye li nexweşxaneya Reqayê û meydana futbolê a bi navê lîstgeha Reqayê (Lîstegeha Reş) ku cihên herî stratejîk ên çeteyan in. Li van deveran çeteyan 3 cihên cebilxaneyên xwe şewitandin, her wiha nexşerê û belgeyên xwe şewitandin.
Sivîlên ku ji çeteyan rizgar dibin, dan zanîn ku çeteyên ku bê moral bûne, êdî cebilxane û cihên xwe yên girîng dişewitînin.
REQA