Lîwa Şehîd Elî El-Iraqî ya girêdayî QSD’ê bi merasîmeke dewreyeke perwerdeyê bi navê dewreya Şehîd Hêlîn Reqa ji 3 focên leşkerî re vekir.
Di merasîma vekirina dewreyê de, rûspî û serekên herêmê, endam û nûnerên meclisên bajêr û fermandarên QSD’ê amade bûn. Paşê ji fermandarên QSD’ê Kendal Efrîn axivî û şervanên QSD’ê li eniyên şer silav kir û got: “Em di merheleyeke hesas re derbas dibin bi nêzîkbûna salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê re em ê merheleyeke nû bidin destpêkirin û em ê lîwayê duyemîn li bajêr ragihînin.” Dewre dê 45 rojan berdewam bike.
ANHA/REQA