Li Reqayê bi şîara “Ciwan pêşengên guhertina ber bi Sûriyaya siberojê ve ne” Kongreya Damezirîner a Meclisa Ciwanên Reqayê pêk hat.
Li gel Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ibrehîm Qeftan û Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed ciwanên Reqayê û mêvanên ji bajarên Minbic, Girê Spî, Dêrazor û Hesekê beşdarî kongreyê bûn.
Em amade ne ew ne amade ne
Di kongreyê de têkildarî danûstandinên bi rêjîma Sûriyeyê re Îlham Ehmed got: “Em amade ne der barê pêşeroja Sûriyeyê de bi rejîma Sûriyeyê re danûstandinan bikin, da ku em destûra nû ya Sûriyeyê deynin. Em hewl didin hemû Sûriye demokratîk bibe û ne be ya yek neteweyê. Em ji bo vê yekê têdikoşin. Îro em dibînin ku hin alî daxuyaniyan didin. Berê me gotiye em amade ne, lê ew alî ne amade ne. Em amade ne li ser destûra nû ya Sûriyeyê û bidawîkirina aloziya Sûriyeyê danûstandinan bikin. Em aramiyê û ewlekariyê ji gelê xwe yê Sûriyeyê re dixwazin.”
Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrehîm El-Qeftan di kongreyê de axivî û bila ew kongre bibe gaveke din a ber bi avakirina Sûriyeya nû û demokratîk.
Deyndarên fikir û felsefeya Ocalan in
Yek ji rêveberên Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Harûn Kobanê jî di Kongereya axivî û got, lidarxistina kongreyê ji bo ciwanên Reqayê pêngaveke dîrokî ye. Kobanê di berdewama axaftina xwe ev tişt got:”Bi saya şehîdên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kirin em vê kongreyê li dar dixin. Di serî de em kongreyê li hemû şehîdên xwe pîroz dikin. Em wek ciwanên Reqayê deyndarên fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Rêber Ocalan rêya ciwanên Reqa û hemû ciwanên Rojhilata Navîn ronî kir. Ji ber vê yekê em lidarxistina kongreyê li rêberê neteweya demokratîk Abullah Ocalan pîroz dikin.”
Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa jî axivî û destnîşan kir ku lidarxistina kongreyê ne tenê serkeftina ciwanên Reqayê ye, her wiha serkeftina hemû ciwanên cîhanê ye.
ANHA/REQA