Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo birêxistinkirina şêniyan û çarserkirina pirsgirêkên wan, li Taxa El-Teyar a bajêr Mala Gel vekir.

Meclîsa Gel a ku ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê ve hate avakirin, ji bo hejmara malbatên ku vegeriyane malên xwe nas bike dest bi qeydkirina navên şêniyên taxê kir.

Karê sereke yê Meclîsa Gel ew e ku xizmetguzariya pêşkêşî şêniyên taxê bike û li gorî derfetên xwe alîkariyê bide wan.

Avahiya Meclîsa Gel a Taxa El-Teyar, malek e ku ji 4 odeyan pêk tê. Ev mal ji aliyê malbata şehîd Cemal Sayir ê ku di pêngava rizgarkirina bajarê Girê Spî de şehîd bûye, hatiye pêşkêşkirin. Hevserokê Meclîsa Gel Ebdulkerîm Elî got: “Em ê bi hevkariya Meclîsa Sivîl a Reqayê welatiyan birêxistin bikin û alîkariya wan bikin.”

Endama Meclîsa Gel Îlav EL-Himûd jî got, “Kar û xebatên me hemû ji bo xizmeta welatiyên taxê ne.” 


REQA