Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Reqayê ragihand ku 29’ê Îlonê li taxa Diriya operasyon birine ser hucreyên DAIŞ’ê, 2 endamên çeteyan kuştine, 5 jê jî bi saxî girtine.
Hêzên Ewlehiya Navxwe ya bajarê Reqa û gundewarên wê derbarê bûyerên li taxa El-Dirêhiyê rû dayî de daxuyaniyek da. Nûnerên Hêzên Ewlehiya Navxwe li taxê kom bûn û daxuyaniya girêdayî mijarê xwend.
Daxuyanî ji aliyê berdevkê Hêzên Ewlehiya Navxwe, Muhened Îbrahîm ve bi beşdarbûna gelek dezgehên çapemeniyê hate xwendin.
2 DAIŞ´î hatin kuştin
Daxuyaniya Hêzên Ewlehiya Navxwe bi vî rengî bû: “29’ê Îlonê hêzên taybet HAT, pisporên bêbandorkirina mayinan li hemberî planeke şaneyeke razayî ya girêdayî çeteyên DAIŞ’ê li taxeke bajarê Reqayê operasyonek kir.
Armanc hate diyarkirin û li kolana Basil a nêzî taxa El-Dirêhiyê di 2 xaniyan de ku şaneya terorîst ew bi kar dianîn, operasyon pêk hat. Hêzên taybet û Hêzên Ewlehiyê bi ser her du xaniyan de çûn û bi şaneya çeteyan re ketin nava şer. Di encamê de 2 endamên şaneya terorîst hatin kuştin û 5 endamên din jî hatin girtin.”
Siwareyeke bombebarkirî hat dîtin
Hêzên Ewlehiya Navxwe di daxuyaniya xwe de da zanîn ku piştre di lêgerîn û lêkolînê de siwareyeke bombebarkirî û miqdareke mezin ji çek û mayinan li heman deverê dîtin û wiha dewam kir: “Mayin ji aliyê pisporan ve hatin bêbandorkirin û hemû çek hatin desteserkirin. Her wiha siwareyeke bombebarkirî ku ji teqandinê re hatibû amadekirin, hate dîtin. Her wiha hate piştrastkirin ku destê vê şaneyê di çalakiyên kuştinê de heye ji ber ku motorsîklêteke bi heman rêbazî ku di êrişên berê de hatibû bikaranîn, hate dîtin.
Fermandariya giştî ya hêzên me bang li welatiyan kir ku hevkariya wan bikin û dema tiştekî gumanbar dîtin, wan agahdar bikin.”
REQA