Li Reqayê perwerdeya jinê
Li Reqayê, Akademiya Jinên Sûriyê bi dirûşmeya “Jin bingeha avakirina civakê ye” dewreya perwerdeyê ya 3`yemîn bi dawî kir. 43 endamên saziyên sivîl, eskerî, endamên Meclîsa Jinên Sûriyê yên herêma Cizîrê û Firatê beşdarî dewreya perwerdeyê bûn.
Bi minasebeta bidawîkirina dewreyê, li akademiyê şahî hat lidarxistin. Di şahiyê de yek ji rêveberên komîteya Jinên Reqa û gundewarên wê, Zelîxa Ebdê bidawîkirina dewreya perwerdeyê li hemû jinan pîroz kir û got, jina perwerdekirî û birêxêstinkirî dikare li dijî her cûre kevneperestiyê li ber xwe bide.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewreya perwerdeyê bi navê şehîd Jînda Til Temir e ku li bajarê Efrînê sala 2014`an şehîd bû. ANHA/REQA