Doh saet 10:30’ê bi tevlîbûna nûnerên hikûmet, hizib û niştecihên qezaya Rewanduz a girêdayî Hewlêr 9. Festîvala Çandî ya Roja Rewanduz li Seyrangeha Bêproyan dest pê kir. Di festîvalê de wê hunerê destî û çandî yên girêdayî herêma Rewanduz bên pêşkêşkirin.

Festîvalê bi xwendina Sîroda Ey Reqîp dest pê kir. Piştre ji aliyê koma mûzîkê ya Paşayê Gewre çend sitran û dengbêjiyên herêma Rewanduz hatin pêşkêşkirin. Piştre Kiwêstan Ehmed bi navê lijneya rêveber a festîvalê û rêveberiya Rewanduz axaftinek kir. Kiwêstan Ehmed xêrhatina hemû mêvan û beşdarvanan kir û spasiya hemû welatî, rêveberiya Rewanduz û amadekarên festîvalê kir.

Her wiha di festîvalê de ji salên bohrî behtir giringî li ser berhemên kevnar û floklora Rewanduz hat dayîn. Beşek ji saziyên rêveberiyê û dibistanên Rewanduz bi çalakiyên cûr bi cûr tevlî festîvalê bûn.


ZAHÎR ÎBRAHÎM / ROJNEWS / REWANDUZ