Li ser rêyên Reqayê yên bi destwerdana QSD'ê hatin vekirin, dar tên çikandin. Reqayî wiha dibêjin, "QSD hat. Li me û jiyana me reng vedide. Niha jî em hawîrdora xwe rengîn dikin. Em li seranserê xeta hatiye rizgarkirin daran biçînin." 

Bi operasyona "Xezeba Firatê", Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), rêyên Reqayê vekirin û niha reqayiyên hatine rizgarkirin jî heman rêyan dixemilînin. Welatiyên her du aliyên rêyan bi darên diçînin, rêyan dixemilînin û dibêjin: "Bajarên me azad bûn. Niha em jî wan xweşik dikin. Dikin warê jiyanê." 

Ji gudiyên Gundê El Xefiyê, Mistefa El Mihemed yê li keviyên rê darên bî û zeytûnan datîne, got, ew ê li seranserê rêya hatiye rizgarkirin daran biçînin û ew ji nû ve jiyanê ava dikin. Mihemed got: "QSD ji bo me bigihîne hev şer dike. Em jî berê çawa bi hev re dijiyan, niha jî em gel hemû ji bo bi hev re bijîn tevdigerin." 

Abdûllah Mihemed Elî jî got, di dema DAIŞ'ê destûra kirina tiştekî wiha nedihat dayîn, ji yên dikir jî pere dihatin wergirtin, yên nedana jî dihatin cezakirin û wan nikaribû karê çandiniyê jî bikira. Elî ragihand ku li gor her hejmara heywanan pere ji wan dihat stendin û diyar kir ku QSD dawî li van pêkanînan aniye û wiha peyivî: "Ev xak ji ber wan şorax bûn. Niha QSD hat. Li me û jiyana me reng tê vedan. Niha jî em hawirdora xwe rengîn dikin. Em li seranserê xeta hatiye rizgarkirin daran biçînin. Em ê vê li gundên din jî bikin. Wê ev bibe remza azadiya me." 



REQA