Li KÇHR’ê xebatên ku hatin destpêkirin bi rihekî komunal didomê. Şagirt û xebatkaran diyar kirin ku ew ji bo çanda xwe bidin jiyandin li KÇHR’ê ne. Xwendekarê bi navê Şakîr Ayan sedema xwe ya hatina KÇHR’ê wiha vegot: “Ji ber ez dîroka Kurdan ji nez de nasbikim ez hatim vir. Li Rihayê jî firsateke wiha encex min li vir dît. Ji ber vê jî ez li virim.” Ayan diyar kir ku ji ber ciwanên Kurd dîroka xwe nasbikin bila werin KÇHR’ê û tevlî jiyana komunal bibin. 

Şagirta bi navê Beyaz Bayram jî wiha got: “Wek ciwaneke Kurd, ji ber ev der cihe ku herî nezîkî minê û cihekî ez çanda xwe lê bidim jiyandinê ez li virim. Bila hemû ciwanên Kurd jî bên vir.” 

Xebatkarê KÇHR’ê Mehmet Emîn Isî jî li ser xebatên komeleyê yên çandê rawestiya û diyar kir ku divê li cihanê jiyana komunal bê avakirin û ji ber vê jî wan komuna çandî ava kiriye. 

Isî dawiya axaftina xwe de wiha bang li ciwanan kir: “ Ji ber em armancên xwe bînin cih em dixwazin hemû kes were li çanda xwe xwedî derkevê û di komunên çandê de cih bigrin.”


 DÎHA/RIHA