Şahî bi tevlîbûna sedan kesî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre agirê Newrozê hate vêxistin û şahî li dora agir hate gerandin.Welatiyan bê navber diruşme berz dikirin û cejna Newrozê pîroz kirin. Di şahiyê de peyam hate xwendin û Newroz li hemû gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn hate pîrozkirin.

DIRBÊSIYÊ
Li taxa Şehîd Koçeran a Rojhilatê Dirbêsiyê jî ciwanên Şorşger şahiyek li diarxistin û Newroz pîroz kirin. Ciwanan agirê Newrozê vêxistin û li dora agir govend gerandin. Di şahiyê de peyam hatin dayîn û Newroz  hate pîrozkirin.  Di peyaman de berxwedana Kobanê hate pîrozkirin û êrîşên komên çete hate şermezarkirin‫.‬ Welatiyan bê navber diruşmeyên ''Bijî Serok APO'', ''BIJÎ Berxwedana YPG'' beriz dikirin. Welatiyan heta satên dawiya şevê şahiya xwe bi stranan bi dawî kirin‫.‬

GIRKÊ LEGÊ
Meclîsa Gel a bajaroka Çilaxa ya Girkê Legê jî bi tevlîbûna sedan kesî şahiyek lidarxist. Wezîrê Enerjiyê ya herêma Cizîrê Silêman Xelef  jî tevlî şahiyê bû. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre agirê Newrozê hate vêxistin û li dora agir govend hate gerandin. Şahî bi stran û gerandina govendê dewam kir. Welatiyan bi diruşmeyên dilsoziya bi YPG'ê re dawî li şahiya xwe anîn‫.‬

HELEB
Li Helebê jî welatiyan bi karwanekî tirmpêlan li nava kolanên taxên Kurdan geriyan û Newroz pîroz kirin. Welatiyan bê navber diruşme berz dikrin û newroza waltiyên li ser riyan pîroz kiririn. Piştî gera li nava kolanan welatî li ber Nevenda Ciwanên Şoreşger a taxa Şêxmeqsûd Xerbî kom bûn û agirê Newrozê vêxistin‫.‬ Welatiyan li dora agir govend gerandin û bi peyaman Newroz li hemû gelên Rojhilata Navîn hat pîroz kirin‫.‬

HESEKÊ
Li Bajarê Hesekê jî Komîteya Amdekar a Newrozê bernameya Newrozê û cihê ku dê şahî bê lidarxistin diyar kirin. Komîteyê diyar kirin ku dê şahî li pişt Saleya Reşo ya şahiyan a li Taxa Mişêfrê sibe şahî bê lidarxistin‫.‬ Komîteyê cihê kombûna welatiyan û derketina berê Newrozê jî wiha diyar kiririn. Komîteyê diyar kir ku ji saetên sibê ve gel wê biherike qada pîrozbahiyê.

QAMIŞLO
Li Qamişlo jî li hemû taxan agirê Newrozê hate vêxistin û şahî hatin lidardistin. Şahî bi tevlîbûna endamên Meclîs û partiyên siyasî li taxên Qenat Siwês, Kornîş, Enteriyê, Hilêliyê û Xerbî jî bi tevlîbûna sedan kesî bi rêzgirtinê destpêkirin. Welatiyan agirê Newrozê vêxistin û li do agir govend gerandin‫.‬

EBÛ RASÊN
Li bajarokê Ebû Rasên ê girêdayî Dirbêsiyê jî bi sedan kesên ku ji Ereb û Kurdan pêk dihat hatin cem hev û agirê Newrozê vêxistin. Welatiyan li dora agirê Newrozê govend gerandin û bê navber diruşme berz kirin û stran gotin. Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên TEV-DEM, YPG û YPJ'ê vekirin şahiya xwe heta derengî şevê dewam kirin.

TIL TEMIR
Rêxistinên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Star ên Til Temir agirê Newrozê li Meydana taxa başûrê bajêr vêxistin. Bi dehan şêniyên bajar û gundên wê li dora agir kom bûn û şahî lidarxistin. Li aliyê din Komîteya Amadekar a Newrozê, dika Newrozê amadekir û amadekariyên xwe yên teknîkî û ewlekariyî jî bi dawî kirin. Komîteyê bang li hemû welatiyên Til Temir kir ku bi girseyî tevlî şahiya Newrzê ya îro bibin ku cara yekem li bajarê Til Temir bê lidarxistin.

DÊRIK
Li bajarê Dêrikê jî ciwan li meydana Şehîd Beyrem kom bûn û şahî lidar xistin. Sedan ciwanên li meydanê kombûn bê navber diruşme qêriyan û li dora agirê Newrozê govend gerandin. Ciwanan şahiya xwe bi stran û diruşmeyan heta satên derengî şevê dewam kirin.


 NAVENDA NÛÇEYAN