Daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan li dijî gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê yekser piştî civîna Qamişlo ya ku tê de (Desteya Bilind a Kurd) hate îlan kirin, eşkere bûn. Erdogan û AKP'ê ku bi riya Maseya Kirîzê rewşa Sûriyeyê û pêşveçûnên li heremên Kurdan dişopînin, bi dijwarî li dijî her şêweyê lihevkirina Kurdan disekinin. Ew gelekî ji Peymana Hewlerê bêzar bûne û ji bo astengkirina vê yekê jî berê Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ahmed Davutoglu dane başûrê Kurdistanê.
Dewleta Tirk ji navbênkariya Barzanî bêzar bûye. Ew dizane ku yekîtiya hêzên Kurd li rojavayê Kurdistanê dê helwesta Kurdan li himberî rejîma Esad û hêzên muxalefetê xurttir bike û wê rê li ber her şêweyê mudaxeleyek derve bigire. Her wiha ew dizane ku lihevkirina li Hewlerê di encama danûstendin û şêwirmendiya rêveberiya başûrê Kurdistanê û rêveberiya KCK'ê re pêkhatiye. Barzanî dît ku Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Rojava û Sûriyeyê hêzeke sereke ye û marjînalkirin, astengkirina PYD'ê wê ne di xizmeta Kurdên Rojava û têkoşîna giştî ya gelê Kurd de be. Ji ber hindê Barzanî siyaseta xwe guhert û biryar da ku PYD mîna muxateb bigre. Beriya çend mehan dema ku kongreyek ji bo partiyên Kurd ên Rojava li Hewlerê sazkiribû, hikûmeta heremê PYD piştguh kiribû û ew vexwendî vê kongreyê nekiribû! Lê ew qonaxek bû û derbas bû. Niha siyasetek û nêzîkbûneke nû heye. Li gorî Peymana Hewlerê Desteya Bilind a Kurdan a ji 10 kesan pêk tê hate avakirin. 5 kes nûnerên Encûmana Kurd li Sûriyeyê û 5 kes jî nûnerên Meclisa Gel li Rojavayê Kurdistanê û PYD ne.

Peymana yekîtiyê di hesaban de tune bû

Dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê gelekî hêrs bûne. Ev peyman qet ne di hesabê wan de bû. Di roja ku li Qamişlo Desteya Bilind a Kurd ava bû, Erdogan daxuyaninyên dijminane li dijî Kurdan dan û gefa mudaxeleyek eskerî li wan kir. Berê jî helwestek bi vî şêweyî ji aliyê Erdogan hatibû diyar kirin. Di 14.04.2011 an de dema li Qamişlo partiyên Kurd li hev civiyan û formek hevbeş îlan kirin, di heman rojê de Erdogan daxuyanî dan û rejîma Beşar Esad li himberî 'komployên li dijî yekîtiya axa Sûriyeyê' hişiyar kir! Mebesta Erdogan ji van 'komployan' jî yekîtî û hevkariya hêzên siyasî yên rojavayê Kurdistanê bû.

Pêşniyara reformên bê Kurd!
Hewledanên AKP'ê li dijî hebûn û nasnameya Kurdên Rojava ranewestiyan. Di meha Nîsana 2011'an de, AKP'ê qaşo 'Pakêta Reforman' ji bo rejîma Şamê şand. Di vê pakêtê de dihat xwestin ku hebûna gelê Kurd neyê naskirin û tu şêweyên xweseriyê ji bo wan neyê erêkirin. AKP'ê ji rejîma Esad re diyar kir ku 'reform' dikarin bi riya qanûna damezrandina partiyên siyasî -lê ne li ser esasekî etnîkî yanî da ku Kurd nikaribin partiyan ava bikin- û hinek berfirehirina forma rêveberiya heremî -lê bi şertê ku desthilatdarî di destê walî de bimînin- pêk werin. 
Piştî ku Esad ev 'reform' bi qurişekî nekirî û prosesa kuştinê dewam kir, dewleta Tirk gihîşt wê baweriyê ku êdî hêvî ji vê rejîmê nemaye û divê ew hewl bide hêzên muxalefeta Sûriyeyê bîne aliyê xwe. Bi riya rêxistina Birayên Misilman, hikûmeta AKP'ê hêzên muxalefeta Şamê anîn li gel xwe û ji bo wan çend kongre û komcivîn li Stenbol û Antalyayê saz kirin. Her wiha ew efser û eskerên ku ji Artêşa Şamê veqetiyane jî himbêz kir û têkilî bi wan re danî.

Muxalefeteke li dijî Kurdan plan dikin
Rêxistina Birayên Misilman ku di warê bîrdozî de gelekî nêzîkî AKP'ê ye. Hewl da hemû hêzên muxalefta Sûriyeyê bigire bin baskên xwe û têkilyan di navbera wan û hikûmeta Tirk de saz bike. Di nava van hêzan de hin aliyên Kurd jî hebûn. Ev hewledan bi ser ket û di 02.10.2011'an de (Meclisa Niştimanî ya Sûriyeyê) an jî 'Meclisa Stenbolê' hate ava kirin. Ev meclis di warê finanzekirinê de di bin kontrola rêxistina Birayên Misilman de ye. Di 07.10.2011'an de vê meclisê daxuyaniyek tûnd li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê da. Ev daxuyanî êrîşa eskerî ya HPG'ê li Bêzelê ya ku tê de bi dehan eskerên artêşa Tirk hatibûn kiştin, wek 'karekî terorîst' binav kir. Kurdên welatparêz yên di nava vê meclisê de ev helwest red kirin û bi daxuyaniyekê eşkerekirin ku ew vê nerînê qebûl nakin û têkoşîna Kurdan li bakurê Kurdistanê mîna 'teror' nabînin.
Helwesta Meclisa Stenbolê li dijî Kurdan wek xwe ma. Di civînên ku li Tirkiyê û Misrê lidarketin, vê meclisê 'asnameya gelê Kurd li Sûriyeyê' qebûl nekir. Vê yekê hîşt ku hêz û kesayetiyên welatparêz yên Kurd biryara xwevekişandinê nîşan bidin û meclisê terk bikin!. Lê çend kesên Kurd yên marjînalkiriî man û li ser xwe kurtêlxwerî û ajantiya AKP'ê qebûl kirin.

Hewldana rêxistinkirina komên kontra
Her weha AKP'ê hewl da hin komikan li Rojava ava bike û wan li himberî PYD bikar bîne. Ev komik li gorî dokumenta ku ji nûneterayetya Tirkan li Hewlerê deşîfre bûbû, bi çekan û pereyan hatibûn fînansekirin û ji bo şerê li dijî PYD û pêkanîna suîqastan hatibûn wezîfedar kirin. Bi taybet jî ew li Efrînê çalak bûn. Van komikên çekdar êrîşî Komîteyên Parastinê yên PYD kirin û ciwanekî kuştin û yekî din jî birîndar kirin. Diviyabû Efrîn bikrana gola xwînê. Efrîn jî wek herem ji aliyê AKP'ê bûbûn hedef ji ber 2 sedeman:
Ya yekem Efrîn nêzî heremên şerê mezhebî bû ku li wir Tirkiye dixwest heremek tampon ava bike.  Ya duem jî ji ber tevlîbûna bi sedan ciwanên wê ya tekoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê, divyabû tol jê were stendin.
Niha bi riya 'Artêşa Azad a Sûriyeyê' dewleta Tirk dixwaze Kurdan dorpêç bike û rê li ber hêza wan bigre. Di van rojên dawî de hin daxuyanî ji aliyê berpirsê vê artêşê hatin dayin, tê de tehdîd û gef li dijî Kurdan hebûn. Lê yekser têkilî di navbera hêzên Kurdan, bi taybet PYD û berpirsên vê artêşê çêbûn û ev 'daxuyanî' careke din hatin sersatkirin. Serkêşên 'Artêşa Azad a Sûriyeyê' diyar kirin ku ew ji hin Kurdên di Meclisa Stenbolê de cihê xwe digrin, gilî û gazinan li dijî PYD û PKK dibhîzin, di van 'gilî û gazinan' de ev 2 rêxistin wek alîgir û hevakarên rejîma Esad tên nîşan dan. Ji ber hindê ew daxuyaniyan didin û 'Kurdan hişiyar' dikin. Divê ev kes werin teşhîr kirin û têkilî bi 'Artêşa Azad' re werin xurtkirin.

Hesabê Tirkiyeyê neçûn serî

Endamên Desteya Bilind a Kurdan niha li Hewlerê ne. Ew bi hev re, li formên yekîtî û çareseriyek baştir digerin. Jixwe me roja yekşema derbasbûyî dît, bê çawa bi serdhezaran li rojava ji bo silavkirina vê heyetê derketin kolanan û ew mîna 'nûnerê' xwe qebûl kirin.
Niha hewledanên AKP'ê li dijî Kurdan hemû vala derdikevin. Rejîma Esad li ber têkçûnê ye. Muxalefeta Şamê ya nijadperest deşîfre bû û nema cihê baweriya Kurda ye. Muxalefeta Ereb a ku Kurd û PYD cihê xwe di nav de digrin, xwestekên Tirkan yên 'bidûrxsitina PYD' qebûlnekirin û ev partî wek 'beşek ji muxalefeta niştimanperwer ya Sûriyeyê' naskirin. Komikên cihekdar yên MIT'ê li Efrînê têk çûn. Kurdan jî yekîtiya xwe ava kir.

Hêviya dawî ya AKP'ê: Şerê Kurd û Ereban
Di vê rewşê de tenê 'kartek' di destê AKP'ê de maye, ew jî dirustkitina şerekî navxweyî di navbera eşîrên Ereban û Kurdan de. Tê plankirin ku ev şer li herema Hesekê were destpêkirin.
Rrêveberiya AKP'ê niha pêwendiyan bi eşîrên Ereban re dike da ku wan li dijî Kurdan sor bike. Bi riya belavkirina bêbextî û derewan mîna „Kurd dixwazin dewletekê ava bikin û Ereban biqewirînin” hewl dide şerekî navxuyî derbixe. Divê ev hewledan jî vala bête derxistin.
Beriya 3 heftiyan li bajarê Hesekê bi rêveberiya KCK-Rojava civînek “Biratiya Gelan” hate lidarxistin. Di vê civînê de gelek serokeşîrên Ereban amede bûn. Hemûyan soza biratiyê û hevakriyê dan.  Ev civîn gelekî girîngin û divê bêtin berfirehkirin.
Bi riya hevkarên xwe di nava muxalefetê de AKP'ê derewan belav dike û dibêje “Beşar Esad heremên bakûrê Sûriyeyê teslîmî PKK'ê kiriye” ev yek ji bo sorkirina muxalefetê û gelê Ereb li himberî Kurdan tê kirin.
Heger Kurd têkiliyên baş bi eşîrên Ereb re deynin dikarin riya dawî li pêşiya mudaxeleya AKP'ê û siyaseta wê ya qirêj bigrin. Divê Kurd bi her şêweyî eşîrên ereb qezenc bikin û wan dûrî dewleta Tirk bikin. Ev yek niha bi lezgînî tê xwestin û hema hema wek pêkanîna xalên “ Peymana Hewlerê” girîng e. 

TARIQ HEMO 


bavesilan@hotmail.de