QAMIŞLO:  Di çarçoveya amedekariyên Newrozê de, Komîteya Têkiliyan a Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) kartên vexwendina şahiya Newrozê ku dê di 21’ê Adarê de were lidarxistin, li Partiya Yekîtiya Suryaniyan, Nûnerê Komîteya Hevrêzên Niştimanî a Muxalif, Kombûna Ciwanên Suriya Dayik, Dêra Kildaniyan û komîteya Niştimanî ya Ereb belav kir.  Bi heman armancê Komîteya Têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  kartên vexwendina şahiya Newrozê li netewên din belav kirin.

KOBANÊ: Li Kobanê Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo pêşwazîkirina Newrozê dest bi xemilandina kolanan kirine, ciwan kolanan bi al û sembolên Kurdî dixemilînin, di heman çarçoveyê de komên ciwanan alîkariya komîteyên amadekar dikin û alîkariya şaredariyê dikin kolanan paqijdikin.
AMÛDÊ: Li Amûdê komên muzîkê xwe ji bo şahiyên Newrozê amede dikin, hemû komên çandê li Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî dest bi provayên xwe kirine û xwe ji bo roja Newrozê amede dikin. Li aliyeke din ciwanên Amûdê navê Newrozê bi agir çêkirin, ciwanan diyarkirin ku ew dê agir heta roja Newrozê her êvar pêxin û li dorê govendê bigerînin.
DIRBÊSİYÊ: Li Dirbêsiyê jî Komîteya amadekar a Newrozê kartên vexwendina Newrozê li  pêkhateyên cûda yên bajêr belav kir û ew vexwendin şahiya Newrozê, her wiha kaxezên vexwendina şahiya mezin a li meydana Sînaa di roja 21’ê Adarê de dê were lidarxistin li ser dîwaran xistin. 

NAVENDA NÛÇEYAN