
Hevserokê Meclîsa Gel Rojavaya Kurdistan (MGRK) Abdulselam Ehmed li ser xebatên Rêveberiya Demî ya Rojavaya Kurdistan, nêzîkatiyên pêkhateyên din ên Rojavaya Kurdistan, beşdarbûna ENKS’ê di çi astê deye ji ANF axivî û diyar kir ku amadekariyên Rêveberiya Demî ya Rojavaya Kurdistan gihaştiye asta dawî û ew hêvî dikin di demek nêzde xebatan bi encam bikin.
Ehmed bibîr xist ku beriya niha bi demekê Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD) ji bo rêveberiyekî demî li Rojavaya Kurdistan bê avakirin, projeyek destnîşan kiribû û got, “di encama hevdîtinê navbera Meclîsa Gel Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENKS) de, her du meclîsan pejirand ku projeyan PYD’ê wek a herdu meclîsan bê qebûlkirin. Li ser vê yekê ji herdu meclîsan komîte hatin avakirin û bi pêkhateyên din ên Rojavaya Kurdistan’ê re hevdîtin hatin kirin. Di encama wan hevdîtinan de hemû pêkhateyên Rojavaya Kurdistan dabûn diyar kirin ku rêveberiya demî girînge û divê were avakirin.
Niha êdî hemû pêkhate tên cem hev û çawatiya Rêveberiya Demî nîqaş dikin. Armanca wan civîna komîteyekî ji hemû pêkhateyên herêmê pêk tên bê avakirin û amadekariya rêveberiya demî bike. Dîsan ji bo civakê hevpeymanekê diyar bike.
ENKS xwedî helwesta neyînî ye
Ehmed da zanîn ku ew dixwazin hemû hêzên siyasî çi biçûk çi mezin, di nava Rêveberiya Demî de cih bigirin û wiha peyivî: “Lê ger hinek hêz nexwazin di nava Rêveberiya Demî de cihê bigrin jî dikarin rola opozîsyonê bibînîn. Em wek MGRK’ê; heta niha çawa ji bo pêkhatina Rêveberiya Demî me rolek erînî lîstin, em ê ji îro pêve jî xebatê xwe bidomînin. Niha encamek baş heye û her çend hin partiyên ENKS’ê hewl didin ev Rêveberî pêk neyê jî, lê di encama xebatên hatine meşandin, serketinên mezin hene. Û em hêvî dikin ku di civînên hemû pêkhateyên herêmê beşdar dibin de, di demek nêz de komîteya amadekar a Rêveberiya Demî were avakirin”
Li ser çima heta niha rêberiya demî nehatiye ava kirin Hevserokê MGRK’ê Abdulselam Ehmed got, “Heta niha hin partiyên ENKS’ê bi samimiyet nêzîk nabin û heta beşdarî civînan jî dibin, lê naxwazên Rêveberiya Demî ya Rojavaya Kurdistan bê avakirin. Ger em heta niha dereng ma bin ji ber nêzîkatiyên wan aliyan bûn. El Partî, Yekitî û herdu Partiyên Azadî yên di nava ENKS de xwe weke Yekitiya Siyasî nîşan didin qet naxwazin Rêveberiya Demî bê avakirin.”
Ehmed destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistan rewşek ewle heye û serketinên dawî yên YPG’ê li ser xebatên wan bandoriyekî erînî dike. Ehmed got, “Îro jixwe rêberiyekî siyasî, ewlehî, xizmetê li hinek beşê Rojavayê Kurdistan heye. Lê em dixwazin wê rêveberiya heyî bikin ya hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistan. Serketinên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistan di heman demê ji bo xebatên Rêveberiya Demî rolek êrînî dilîze. Ger em îro li vir kom dibin û bi ewlehî nîqaş dikin, bi saya serê berxwedana şervanên YPG’ê ye.”
AZÎZ KOYLUOGLÛ/ANF/QAMIŞLO
Ji bo rêveberiya demî civiyan
Pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê yên ji kurd, ereb, suryanî, asurî pêk tên, bi armanca nirxandina projiya rêveberiya herêmê ya demî, li bajarê Qamişlo di civînekê de hatim cem hev û mijar bi berfirehî girtin dest.
Civîn li Salona Rewebî ya li Taxa Hilêliyê hate lidarxistin. Di civînê de rêveberên PYD, TEV DEM, Partiya Çepa Demokratîk a Kurd li Suriyê, Partiya Çep a Kurd li Suriyê, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Suriyê, Partiya Yekîtiya Suryan, Partiya Kominîst a Kurdistanê, Partiya Asûrî ya Demokrat, Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Aşitî ya Kurd li Suriyê, Rêxistina Asûriya Demokratîk, Rêxistîna Sosyalîst a Ereb, Rêxistina Yekîtiya Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, Rêxistina li Dijî Şîdeta li Ser Jinê ya Sara, Înîsiyatîfa Jinên Suriyê, nûnerên eşîrên ereb, Hevgirtina Civanên Sûriya Niştimanî û gelek rewşembîr amade bûn.
Di civînê de li ser jiyana hevbeş û biratiya gelan nirxandin hatin kirin û ji bo pêkanîna vê yekê jî girîngiya modela rêveberiyek alternatîf û demokratîk hate vegotin. Di civînê de modela rêveberiya herêmê ya demî ku hemû netew, kêmnetew û bawerî dikarin temsîla xwe tê de bigirin, hate nîqaşkirin û hate gotin ku ev model ji bo herêmê Suriyek demokratîk dikare bibe bingehek.
Di nîqaşan de hate destnîşankirin ku divê ji bo xebatên rêveberiya demî komîteyek hevbeş ku ji hemû pêkhateyan pêk tê bê avakirin. Di encama civînê de hate gotin ku wê di rojên pêş de li ser mijarê civînên nû bêne pêkanîn.
QAMIŞLO