
Helbet gelê Kurd ê rojavayê welat jî şehîdên xwe bi xwedî derketineke bêhempa hembêz dike û bi merasîmên girseyî wan di dilê xwe de vedişêre. Ji bo tevlibûna merasîma cenazeyan Saziya Malbatên Şehîdan bang li hemû gel dike ku tevli merasîman bibin.
Leşkerên rejîmê teslîm dibin
Li aliyekî gel li şehîdên xwe derdikeve li aliyê din jî leşkerên rejîmê yên ku7 vê berxwedana mezin a ji bo gel tê kirin dibînin xwe teslîmî edaleta YPG’ê dikin. Li gundê Girzîro yê Girkê Legê ku ev 11 roj in tabûra leşkerên Sûryeyê ji aliyê YPG’ê ve hatibû dorpêç kirin, veqetîna leşkerên rejima Sûriyeyê berdewam dike. Herî dawî di encama berxwedana hêzên YPG’ê de 31 leşkerên Sûriyeyê şevî din ji tabûra xwe veqetiyan û teslîmî YPG'ê bûn.
Hêjmara leşkerên Sûryeyê ku ji tabûrê veqetiyan û teslîmî YPG'ê bûn ji 100 derbas kir.
Lê belê hêjayî gotinê ye ku heya niha der barê vê mijarê de YPG’ê daxuyaniyek nedaye. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, YPG’e dê di derbarê vê mijarê de daxuyaniyekê bide.
YPG’ê tangek rûxand
Serê 10 rojan e ku li rojavayê welat hem hêzên çete ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên organze dikin û li aliyê din jî leşkerên rejîma Esed dixwazin Kurdan di komkujiayan re derbas bikin lê belê ev xweziya wan bi berxwedana YPG’ê ve di qirika wan de dimîne. Li Serêkaniyê şerê ku 5 roj beriya niha di navbera komên çekdar û hêzên YPG’ê de destpê kiribûn, bi dijwarî didomin. Hat ragihandin ku di pevçûnên îro de li taxa Ebra tangek komên çekdar ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatiye rûxandin. Di pevçûnên rojên borî de jî 2 tang hatibûn îmhakirin.
Girzîro hate bombebaran kirin
Li gundê Girzîro yê girêdayî bajarê Girkê Legê, dorpêçkirina tabûra leşkerî ya rejîma Baasê ku 11 roj beriya niha li ser daxwaza gel ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatibû destpêkirin, didome. Banga hêzên YPG’ê ku leşkerên rejîmê herêmê terk bikin, bi gulebarandinê hat bersivandin. Li ser vê yekê şer dîsa dest pê kirin. Di dorpêçkirina ku ev şer dem bi dem didomin de, heta niha 134 leşkerên rejîmê bi çekên xwe ve teslîmî hêzên YPG’ê bûn. Her wiha yek jê fermandar 4 leşker di van pevçûnan de hatibûn kuştin.
Hat ragihandin ku dorpêçkirina YPG’ê didome. Li aliyê din hat gotin ku helîkopterên rejîmê herêm bombebaran kiriye. Dder barê encamên bombebaranê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
ANF/SERÊKANIYÊ
Ji ber hêzên YPG'ê direvin
Komên çete cilê jinan lixwe dikin û ji ber şervanên YPG'ê bi motorsklêtan direvin.
Nûçegihanê ANF'ê ji Serêkaniyê ragihand ku, pevçûnên giran di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Komên çete de didomin. Her wiha çekdarên komên çete ji ber berxwedana şervanên YPG'ê ji aliyê riya Hesekê cilên jinan li xwe dikin û bimotorsîklêta direvin û bi dehan kuştiyên xwe li pey xwe dihêlin.
Di heman demê de pevçûnên giran li Taxa Ebrê didomin. Li Taxa Ebra tangek komên çekdar ji aliyê hêzên YPG’ê ve hate rûxandin. Di pevçûnên rojên borî de jî 2 tang hatibûn îmhakirin. Hate ragihandin ku, komên çete yên girêdayî Artêşa Azad ji aliyê Tirkiyeyê ve bi tangan derbazî Serêkaniyê tên kirin û bi wan êrîşî malên Kurdan dikin.
HESEKÊ
Komên çete 8 kes berdan
Li Kobanê komên çekdar 3 wesayitên ku 45 kesên sivîl ji Kobanê radikirin revandibûn, şevê din 5 zarok û 3 jin serbest berdan. Piştî şerê li Serêkaniyê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Komên çete de rû dan. Komên çete 3 wesayitên ku 45 kesên sivîl rakiribûn û ji Kobanê berê xwe dabûn Tilebyed bi armanca ku derkevin Başûrê Kurdistanê, ji aliyê Komê çekdar yên girêdayî Artêşa azad hatibûn revandin.
Şevî din komên çekdar 3 jin û 5 zarok ji 45 kesê ku hatibûn revandin serbest berdan. Hêjan 37 sivîl di destê komên çete de ne.
Di heman mijarê de duh mala gel bang li malbatên kesên ku hatine revandin kir ku, serî li mala gel bidin da ku navên kesên hatine revandin bi temamî were naskirin.
KOBANÊ