
Çavkaniyekî ji Saziya Zimanê Kurdî (SZKR) destnîşan kir ku hemû xwendekar tevlî perwerdeya zimanê Kurdî bûne û ezmûnên Kurdî jî hatin lidarxistin. Heman çavkanî da zanîn ku ji destpêka salê 2 hezar û 150 mamosteyên zimanê Kurdî ku li 665 dibistanan belav bibûn dersên Kurdî dane xwendekarên pêkhateyên Rojava yên Kurd, Ereb û Suryaniyan. Li ser daxwaza suryaniyan li hin dibistanên Rojava û li gorî derfetên heyî dersên bi zimanê suryanî jî hatin destpêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN