EFRÎN: Di çerçoveya ‘Hefteya Lehengiyê’ li Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê fermandarê PKK’ê Egîd hat bîranîn. Bîranîna li navçeya Mabeta ya Kantona Efrînê bi beşdariya nêzî 1000 şervanên YPG û YPJ’ê pêk hat. Piştî merasîma leşkerî hate li dar xistin Wezîrê Parastinê yê Kantona Efrînê Abdo Îbrahîm axaftinek kir. Îbrahîm diyar kir ku ya di 15’ê Tebaxê de li Kurdistanê hatiye avêtin toveke azadiyê bû û got: “Ev tov li çar parçeyên Kurdistanê şîn bû û veguherî milyonan.”

KOBANÊ: Saziya Malbatên Şehîdan li Kobanê civîna gel lidar xist. Civîn bi tevlîbûna dehan kesî li navenda Saziya Malbatên Şehîdan hate lidarxistin. Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Osman Simo axivî û kesayeta fermandar Egîd bibîr anî. Simo êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê şermezar kir û destnîşan kir ku îro li Rojava bi hezaran şopdarên Egîd û Mazlûm Dogan Rojava diparêzin. Di dawiya axaftina xwe de Simo bang li hemû ciwanan kir ku tevlî nava refên YPG û YPJ’ê bibin.
DIRBÊSIYÊ: Li Dirbêsiyê jî TEV-DEM’ê li navenda çand û hunerê civîna gel lidar xist. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir û piştre Endamê TEV-DEM’ê Dijwar Dirbêsiyê axivî û fermandar Egîd bibîr anî, Dirbêsiyê bang li ciwanan kir ku bi rihê Egîd û Mazlûman tevlî nava xebatên parastinê bibin.
HELEB: Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê Meclîsa Gel a Taxê û PYD’ê civînek hevbeş lidarxistin. Civîn bi tevlîbûna sedan şêniyên taxê bi rêzgirtinê destpê kir.Piştre Endamê Meclîsa Gel Heyder Reşîd axivî û bal kişand ser berxwedana bê hempa ya fermandar Egîd û got ku îro bi hezaran kes li ser xeta Egîd û şehîdên azadiyê dimeşin. Reşîd, destnîşan kir ku îro li Rojava Fikrê Oclan serwexet û li ser esasê wê rêveberiya xweseriya demokratîk hatiye meşandin.
HESEKÊ: Li bajarê Hesekê jî bi sedan kes tevlî merasîmê bîranînê ku ji aliyê TEV-DEM’ê ve hatibû orgenîzekirin bûn. Merasîm li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawdiyê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre yek ji fermadarên YPG’ê yên Herêma Hesekê Rêzan Hesen axivî û da zanîn ku ew li ser xeta fermandar Egîd parastina herêmên  Rojava dikin û dê bikin. Hesen  destnîşan kir ku ew ê xeta fermandarê xwe yê pêşeng her dem bimeşînin û her dem li ser xeta wî bimeşin.
GIRKÊ LEGÊ: Saziya Malbatên Şehîdan li Navenda Çand û Hûnerê ya Aram Tîgran civînek bi beşdariya dehan welatiyên ji bajarên  Girkê Legê, Rimêlan, Çilaxa û gundên herêma Aliyan lidar xist. Endamê Rêveber ê Saziya Malbatên Şehîdan Taceledîn Beşîr, Endamê Rêveber ê Meclisa Gel a Rimêlan Laleş Ebdulmecîd û Endama Rêveber a Yekîtiya Star Zelfa axivîn û berxwedana YPG/YPJ’ê silav kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN