Li rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê li bereya şer nûçeyên serketina hêzên YPG û QSD´ê tên. Li bereya Reqayê hêzên Xezeba Reqayê bajarokê Til Semin bi temamî hat rizgarkirin û çete jê reviyan. Li aliyê bendava Tişrînê şervanên YPG/YPJ´ê çeteyên DAIŞ´ê şikandin. Li aliyê din hêzên ser bi Meclîsa Eskerî ya Babê û Meclîsa Eskerî ya Minbicê li hawîrdora Babê, karîn gundê Cib Berazî rizgar bikin û êdî raserî bajarokê Kurd-û-Ereb Qebasînê ne.

Fermandarê Gîştî yê tugaya Siqûr El-Reqqa Ebû Salih El-Hindawî diyar kir ku mîna bajarokê Til Semin, ew ê ala QSD’ê li ser Reqayê jî hildin.

Fermandarê Gîştî yê Tugaya Siqûr El-Reqqa û Endamê Fermandariya QSD’ê Ebû Salih El-Hindawî, li mijara rizgarkirina bajaroka Til Semin got, hêzên wan piştî ku 3 rojan bajarok dorpêç kirin, karîbûn derbasî hundirê wî bibin. El-Hindawî bi bîr xist ku ji ber mayînên zêde operesyona rizgarkirinê dereng maye û wiha peyivî: “Em bi 2 baskan derbasî bajarok bûn. Li vir hêzên me piştî mayînên di bajarok de hatibûn çandin bêbandor kirin, bi pêş ketin, bajarok bi temamî ji çeteyan rizgar kirin”.

Fermandarê Gîştî yê Tugaya Siqûr El-Reqqa rizgarkirina bajarok li tevahiya şêniyên herêmê pîroz kir û soza rizgarkirina tevahiya bajarê Reqayê ji çeteyan dubare kir. El-Hindawî got, hêzên wan piştî Til Semin, ber bi gundê El-Sukerî ve bi pêş dikevin.


YPG: Êrîşa çeteyan şikest

Navenda Raghandina YPG`ê jî doh diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser Bendava Tişrînê hatine şikandin û 9 çete hatine kuştin.

YPG´ê da zanîn ku çeteyên DAIŞ´ê 18-19`ê Mijdarê êrîş birine ser Bakurê Sûriyê û di encama bersiva hêzên wan de, ev êrîş şikestiye.

Li gorî daxuyaniyê 18`ê  Mijdarê saet 13.00’an de çeteyên DAIŞ`ê bi topên hawanan gundê Alwa û Azawî yên Şedadê topbaran kirin. 19`ê Mijdarê jî berê sibehê çeteyan êrîşî gundê Şemsedîn ê li başûrrojhilatê Bendava Tişrînê yê ser bi Kantona Kobanê kir. 

YPG dide zanîn ku di şerê di encama êrîşê de bi zelalî 9 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin û 4 termên çeteyan jî tevî 3 kalaşnîkofan, 900 fîşekên wan û 12 bombeyên destan ketine dest hêzên wê.


Li Babê QSD raserî Qebasîn e

Li aliyê din li bereya şer a li gundewarên li rojhilatê bajarê Babê jî, şervanên Meclîsa Eskerî ya Babê û Meclîsa Eskerî ya Minbicê karîn gundê Cib Berazî rizgar bikin û bi vî rengî êdî hêzên wan raserî bajarokê Qebasîn ê dîsa li DAIŞ´ê vegeriyayî disekinin. Qebasîn wekî deriyê vedibe Babê tê dîtin. Der barê mijarê û rewşa şer a meydanî a li vê herêmê hîna ti daxuyaniya fermî ya QSD´ê nehatiye dayîn.

Çete lewheyên li ser rêyan vedişêrin

Çeteyên DAIŞ`ê bi armanca ku rê û gundên herêmê neyên zanîn, lewheyên li ser rêyan ku navê gundan û bajarokan li ser wan nivîsandî ye, boyax dikin.
Çeteyên DAIŞ`ê bi vê yekê hewl didin bi her awayî parastina serweriya xwe bikin û welatiyên herêmê ji cîhana derve qut bikin.
Di Pêvgava Xezeba Firatê de ev kiryarên çeteyan bi awayekî zelal hat dîtin. Çeteyan her wiha pankartên ku navê dibistanan li ser hatibûn nivîsandin jî reşkirine. Armanca çeteyan ji vê yekê ew e ku riyên hermê bidin windakirin. Çete bi vê yekê wekî din dixwazin têkçûnên xwe ji raya giştî veşêrin.