
Li Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi sala nû ya xwendinê re li dibistana amedeyî dersa jineolojê tê dayîn. Şagirtan gotin ku ev ji dersa jineolojî razî ne û bi rêya vê rastiya dîroka jinê baştir dinasin.
Li kantona Efrînê di destpêka sala xwendine 2017´an de Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC) li materyalên dibistana amadeyî pirtûka jineolojî zêde kir.
Bi hûrgilî behsa dîrokê jinê tê kirin
Di materyalan ku li ser jineolojî hatine nivîsandin de bi hûrgilî behsa dîroka jinê tê kirin.
Her wiha dîroka civaka xwezayî, jin civaka xwezayî çawa birêve biriye, pêvajoya xwedawendan dane nasîn.
Heftê du caran
Di materyalên jineolojî de li ser avakirina gerdûn, hemû zanistên mirovahî, felsefe û ol hatiye nivîsandin.
15 mamosteyên jin ên KPC`ê dersên jineolojî li dibistana amadeyî didin. Dersên wê di hefteyê de 2 caran tê dayîn.
Materyalên jineolojî sala 2015`an bi zimanê Kurdî hatin amade kirin. 2000 pirtûk hatin çapkirin û li şagirtên dibistana amadeyî hatin belavkirin.
Niha jî werdigerînin zimanê Erebî
Rêveberiya Komîteya Materyalan Bêrîvan Mihemed li ser amadekariyên pirtûka jineolojî wiha peyivî: ʺMe xwest em bi rêya jineolojî rastî û dîroka jin bidin naskirin. Jin çiqasî xwe binase ew qasî bawerî dide xwe û dibe xwedî hêz. Me bi zimanê Kurdî amade kir em niha werdigerînin zimanê Erebîʺ.
Mamoste hatin amade kirin
Ji bo amadekirina mamosteyên jin ên waneya jineolojî didin, Bêrîvan Mihemed got ku wan li ser şêwazê dayîna waneya jineolojî mamoste perwerde kirine.
Mamosteya jineolojî Ahîn Hesen got ku wan li ser dersa jineolojî dewreyeke perwerde ya sê mehan dîtine. Ahîn Hesen anî ziman ku wan destpêke de gelekî zehmetî kişandine û wiha pê de çû:ʺ Jineolojî dewlemend e û cara yekemîn e ku tê dayîn. Şagirtan di famkirina vê de destpêke zehmetî kişandin. Ji ber vê yekê me giranî da nîqaşan û şagirt bi mereq li jineolojî û nîqaşên li ser guhdar dikinʺ.
Şagirta dibistana amadeyî Amîne Ciwêd jî diyar kir ku pêşî di têgîhiştina jîneolojiyê de zehmetî dikişandin û wiha qala vê yekê kir: “Agahiyên me li ser jineolojî tine bûn û gelekî ji me re zehmet hat. Lê belê her ku li ser mijarên di pirtûka jineolojî de hatin nivîsandin, nîqaş hatin kirin, me zêdetir têdigişt. Êdî em fêrî dîroka jinê bûn.
Têgihiştineke nû çêbû
Şagirta bi navê Emîne Çawîş jî got ku piştî wan li ser jineolojî ders birine rastiya xwe naskirine û divê mêr jî rastiya jin binase.
Fele Silêman jî nêrînên xwe derbare dersa jineolojî wiha anî ziman: “Piştî ku waneya me ya jineolojî destpê kir me gelek tişt fêm kirin. Bi kîjan rê û rêbazan em ê jiyana hevbeş di civakê de bidin ava kirin, têghiştineke me çêbûʺ.
FÎDAN ABDULLAH / HEMRÎN ŞÊXO / ANHA /EFRÎN