Piştî pênc salan Ermenên Ortodoks ên bajarê Girê Spî bi tevlîbûna pêkhateyên Ereb, Kurd û Tirkmenan cejna Mesîh (Hêkesork) li Dêra El-Îstîqlal pîroz kirin.
Di destpêka şahiyê de nûnera pêkhateya Ermen û endama Meclîsa Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Lucien Matosean axivî û got, "Em bi tevlîbûna hemû pêkhateyan gelekî kêfxweş bûn.”
Ermen, Aşûrî û Keldaniyên bajarê Qamişlo jî li Dêra Mar Yaqûb El-Nuseyîbînî ya Ermen û ortodoks a taxa El-wista ya bajêr cejna Mesîh pîroz kir. Bi munasebeta vê cejnê hêkên bi rengê curbecur boyaxkirî hatin belavkirin û dua hatin kirin.
Bi sedan welatiyên Asûrî yên bajarê Til Temirê jî cejna Mesîh li dêra bajar pîroz kir. Piştî merasîma olî Berpirsyarê dêrê Baxos Îşaya axaftinek kir û bal kişand ser rola heyî ya Sûriyê û hêvî kir ku aramî û aşîtî li tevahiya Sûriyê pêk were.
NAVENDA NÛÇEYAN