Yek ji xalên sereke yên peymana hevkariya netewî û biryarên Desteya Bilind a Kurd, avakirina komîteya parastinê bû. Li gorî vê yekê, 27'ê Kanûna sala 2012 li bajarê Qamişlo Desteya Bilind a Kurd avakirina Fermandariya Pispor a Parastinê ragihand. Fermandariyê,  bi tevlîbûna hemû endamên xwe, bi armanca destnîşankirina erk û xebatên xwe, civîna duyemîn lidar xist. Di civînê de di gelek mijaran de nirxandinên berfireh hatin kirin û bi taybet jî şêweya xebatê ya hêzên hevbeş ku girêdayî DBK´ê were sazkirin hate destnîşankirin. Li gorî biryaran, hêza hevbeş wê girêdayî Desteya Bilind a Kurd be, bi awayekî serbixwe xebate bimeşîne, herêmên kurdan biparêze û li herêmên kurdan ji bilî vê hêzê ti hêzên din neye qebûlkirin.

Hêza hevbeş wê rewa be


Di encama guftugoyan de biryarên ku di civînê de hatin wergitin ev in:
* Hêza leşkerî wê ji bo parastina hemû herêmên Kurdî û pêkhatiyên wê yên olî û netewî be.
* Her endamê vê hêzê wê xwedî nasnameya xwe ya taybet be.
* Divê endamên hêzê ji perwerdeya akademîk derbas bibin.
* Yekîneyên girêdayî hêzê wê li gorî tabur û tugayan werin birêxsitinkirin.
* Cih û deverên xebatên hêzê wê li gorî biryara fermandariya giştî were destnîşankirin. Li gorî biryara fermandariyê, qada piratîk û erêkirina fermandariya giştî wê li gorî erka fermandaran were destnîşankirin. 
* Bang li her kesê ku dixwaze tevlî vê hêza girêdayî Desteya Bilind a Kurd e were kirin.
* Wê komîteyên qada pratîk werin avakirina û deverên taybet yên perwerdekirinan wan werin destnîşankirin.
* Piştî ku ev hêza hevbeş were avakirin, nabe ku li herêmên Kurdan ti hêzên din yên leşkerî werin avakirina û ev hêz wê weke ne rewa werin binavkirin.
* Hêza hevbeş wê hêzeke serbixwe be û li ser hîmê wekheviyê nêzî hemû aliyên siyasî bibe. Daxwaz ji Desteya Bilind a Kurd were kirin da ku pêdiviyên hêza hevbeş bicih bîne.

* Di civîna pêş de wê nav û sembola hêza parastina ya hevbeş were destnîşankirin.


ANF/QAMIŞLO




 Konferansa aboriyê ya yekem

Desteya Bilind a Kurd, li bajarê Qamişlo yekemîn Konferansa Aborî ya Kurd lidarxist.
Li Rojavayê kurdistanê, tevî qadên din, ji bo rêxistinkirina xebatên aboriyê jî gav tên avêtin. Desteya Bilind a Kurd (DBK) yekemîn Konferansa Aborî ya Kurd li bajarê Qamişlo lidarxist. Bi sedan bazirganên Rojava tevlî konferansê bûn. Endamê Desteya Bilind a Kurd (DBK) Ehmed Silêman axaftina destpêkê ya konferansê kir û ji bo vê xebatê beşdarên konferansê pîroz kir.
Silêman diyar kir ku pêwîst e xebatên aboriyê bi siyaseteke rek û pêk werin meşandin. Silêman bal kişand ser ambargoya ku li ser rojavayê Kurdistanê tê meşandin û rola bazirganan a di şikandina vê  ambargoyê de destnîşan kir. Silêman weha got:  “Bi alîkariya we û bi hêza vê konferansê em ê ambargoya ku hûn bi xwe dizanin bandora wê li ser gelê me heye bişkînin. Di vê ji bo şikandina vê ambargoyê ye hewldan bê navber dewam bikin.Desteya Bilind bi hemû hêza xwe destek bide vê konferansê. Ya girîng ev e ku bazirganên Kurd di vê demê de wezîfeyên li ser milê xwe bizanin û ji bo çarserkirina pirsgirêkan berpirsyariyên xwe bi cîh bînin."
Endamê Desteya Bilind Ebdulselam Ehmed jî bal kişand ser ambargoya li ser gelê Rojava û got: “Ev ambargoya ku îro em dijîn şikandina vê berpirsyartiya me ya hemûyan e. Bi vê konferans divê ji bo sazkirina aboriyeke xurt bingeh bê dayîn û jiyanekî bi aştiyane misoger bike.”
Piştre kesên beşdarî konferansê bûn li ser bername, biryar û pêşniyaran nîqaş kirin. Çav li rê ye ku encamnameya konferansê di rojên pêş de were aşkerekirin.