Di vê çarçoveyê de li gelek bajarên Rojava ji bo perwerdeya Kurdî dibistan tên vekirin; şagirt û mamoste tên perwerdekirin.

Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, beriya demekê di konferansa xwe ya duyemîn de biryar dabûn zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û di bin sembola “Zimanê me dewlemend e bi kevnetora xwe.”  Li ser vê yekê konfederasyon li dibistanên El-Muhdîse, El-Cedîd û Şehîd Qasim Gulo dersên bîrkarî û erdnîgariyê bi zimanê Kurdî didin xwendevanan.
Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, beriya demekê di konferansa xwe ya duyemîn de biryar dabûn zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û di bin sembola “Zimanê me dewlemend e bi kevnetora xwe”. Li ser vê yekê konfederasyon li dibistanên El-Muhdîse, El-Cedîd û Şehîd Qasim Gulo dersên bîrkarî û erdnîgariyê bi zimanê Kurdî didin xwendevanan. Dersdayîna bîrkarî û erdnîgariyê bi zimanê Kurdî ji aliyê mamoste, rêveber û şagitên van dibistanan rastî eleqeyeke mezin hat û xwendekaran keyfxweşiya xwe nîşandan û spasiya konfederasyonê kirin. Endama Konfederasyonê Rûken Berekat diyar kir ku konfederasyon dê biryarên xwe yên ku di konferansa de girtine wê bicih bîne.
Piştî pevçûnên li Serêkaniyê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çekdar de bidawî bûn û Meclîsa Sivîl hate avakirin, welatiyên ku ji bajêr koçberbibûn vegeriyan malên xwe. Bi înîsiyatîfa mamosteyên bajêr dibistanên bajêr hatin vekirin û xwendekar bi awayekî asayî dersên xwe dibînin. Di heman dibistanan de mamosteyên zimanê Kurdî jî dersên zimanê Kurdî didin xwendevanan. Mamosteyê zimanê Îngilîzî Mihemed Xêr diyar kir ku tevî hemû zehmetiyan jî deriyê dibistanên bajêr hatin vekirin û xwendekar dersên xwe dibînin.

Li Kobanê ezmûn

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ji despêka salê de, di 18 dibistanên fermî de dest bi zimanê Kurdî kiribû. SZK’ê ku dersên Kurdî li 18 dibistanên Kobanê û 5 ê gundê derdorê dabû destpêkirin, ezmûnên navîn lidar xist. Li hemû dibistanên asta seretayî û navîn ên Kobanê ezmûnên zimanê Kurdî ji 13 hezar xwendekaran re hate lidarxistin.
Xwendekara Zimanê Kurdî Xalya Îsa jî keyfxweşiya xwe anî ziman û got: ’’Em wek şagirtên zimanê Kurdî pir keyfxweşin ku fêrî zimanê xwe dibin, me di ezmûna de baş nivîsî û em hewldidin ku zimanê xwe bigihînin asta zimanên navnetewî û em bi hemû hêza xwe jib o vê yekê têdikoşin.’’
Mamosteya zimanê Kurdî Şêrîn Muslim jî, da zanîn ku ev cara yekeme ezmûnên zimanê Kurdî di hemû dibistanên Kobanê de têne lidar xistin. Li aliyek din jî Konfederasyona Xwendekarên Welatparêz bi alîkariya SZK’ê bawername li 21 xwendekarên ji gundê Qermox a Kobanê belav kirin. 

ANHA/QAMIŞLO