Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê di destpêka meha Gulana derbasbûyî de, ji Komîteya kar û barên partiyên siyasî ruxset wergirt. Piştî wergirtina ruxsetê partiyê li Girê SPî buroya xwe vekir.

Partiya Nûjen û Demokratîk di 16 Adara derbasbûyî de, daxwaznameya ruxsetkirina partiyê pêşkêşî Komîteya kar û barên partiyên siyasî ya Kantona Cizîrê kir, Komîteyê di 4 Gulana derbasbûyî de daxwaznameya partiyê erê kir. Li ser vê esasê partiyê amadekariyên xwe kirin ku buroyek xwe veke.

Patiya Nûjen û Demokratîk piştî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Girê Spî erê kir ku buroyeke xwe li bajarê Girê Spî vekir. Buroya partiyê li navenda bajêr li hember çerxeriya Şaredariyê hat vekirin.

Armanca partiyê ew e ku fikrê demokratîk li nav şêniyan belav bike, her wiha banga biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera gelên cuda yên herêmê de dike.

Ji bo buroyên nû tevdigerin

Endamê Rêveber ê buroyê Ebdulrezaq El-Hiweydî dest nîşan kir ku, ew cudahiyê nakin navbera gelên herêmê Kurd, Ereb, Siryan û Tirkimen. Her wiha diyar kir ku her kesek dikare tevlî partiyê bibe û got: ʺEm ji hemû gelan re, çand û zimanê wan û hemû olan re, rêz û ihtiramê digirin.ʺ

El-Huweydî da xuyakirin ku ji bo vekirina buroyên partiyê li giştî parêzgeha Reqayê tev digerin û got: ʺEm niha ji bo vekirina navendan li Silok, Eyn Îsa, Hemam El-Tirkmen û herêma El-Hîşe, tev digerin.ʺ

Ebdulrezaq El- Huwêdî spasiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî kir ku erê kirin da ku buroya partiyê li bajêr bê vekirin û diyar kir ku dê di demên pir nêz de dest bi xebata xwe ya siyasî bikin û civînên hişyariyê ji şêniyan re li dar bixin.

Endamê partiyê Mihêdî Husên El-Xelef jî bang li tevahî zarokên herêmê kir ku ji bo avakirina Sûriya Demokratîk û Azad ji tevahî gelan re dest bidin destê hev. 


 ANHA/GIRÊ SPÎ