Li gundê Qeremezrê ya li başûrê bajarê Kobanê şahiya cejna Newrozê hat lidarxistin. Bi sedan kes tevlî şahiyê bûn û agirê Newrozê hate vêxistin. Şahî bi tevlîbûna sedan kesên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên TEV-DEM, YPG'ê û saziyên din vekiribûn bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre agirê Newrozê hate vêxistin û komên govendê yên herêmê govend gerandin û komên mûzîkê jî stranên xwe gotin. Welatiyan bi gerandina govendê û qêrîna sloganan şahî dewam kir.


DIRBÊSIYÊ

Rêxistinên Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger û Tevgera Ciwanên Şoreşger li gundê Feqîra ya Dirbêsiyê jî şahiyek lidar xistin û agirê Newrozê geş kirin. Qada şahiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, cangoriyên di têkoşîna rizgariyê de jiyana xwe ji dest dane û alên TEV-DEM û YPG'ê hatibûn xemilandin. Di şahiyê de Endama Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Avaşîn Mihemed axivî û Newroz li şêniyên gundê Feqîa û hemû şêniyên Rojava pîroz kir. Bernameya Newrozê li ber sitranan bi gerandina govendê dewam kir.

AMÛDÊ

Rêxistina Tevgera Ciwanên Şoreşger a Amûdê jî bi heman armancê li Meydana Azadiyê ya bajêr şahiya Newrozê lidarxist. Pêşî agirê Newrozê hate vêxistin û li ber govend hate gerandin. Ciwanên Şoreşger li gundê Cenaqçîqê ya Amûdê jî bi heman rengî şehiyek lidar xist. Di şahiya li vir jî bi sedan kes amade bûn û Newroza xwe pîrozkirin. Li  vir jî agirê Newrozê hat vêxistin û cejna Newrozê hat pîrozkirin.

QAMIŞLO

Deverke din ku cejna Newrozê lê hat pîrozkirin Qamişlo bû. Welatiyên gundê Hîmo yê girêdayî bajarê Qamişlo û gundên derdorê agirê Newrozê vêxistin û şahî lidar xistin. Şahî ji aliyê Meclîsa Gel a gund ve hat organîzekirin û gelek kesayet û rêxistinên siyasî, civakî û sivîl beşdarî şahiyê bûn. Bi sedan kes li Meydana gund kom bûn û agirê Newrozê vêxistin û şahî lidarxistin. Qada Newrozê bi al û sembolên hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê hate xemilandin. Di şahiya ku rêveberên bajêr jî tê de made bûn, Koma Hîmo govend gerand û Koma Zelal jî sitran gotin. Şahiya Newroza Hîmo bi coşa ciwanan û govendê bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Li bajarê Tirbespiyê jî Komîteya Amdekar a Newrozê bernameya pîrozbahiyên Tirbespiyê û gundên wê eşker kir. Li gorî bernameyê şahî destpê kirin. Li gor vê 18, 19 û 20'ê Adarê Agirê Newrozê tê vêxistin û dê şahî bêne lidarxistin. 20'ê Adarê jî dê li devera Aliyan û devera Sinceq ên Tirbespiyê agirê Newrozê bê vêxistin û li derdora agir dê şahî bên lidarxistin. Di 21'ê Adarê de jî dê şahiya mezin li bajarê Tirbespiyê bê lidarxistin.

ANHA/QAMIŞLO




Bernameya Newroz ên Başûr

Bernameya pîrozbahiyên Newrozê yên Herêma Kurdistana Federal aşkere bû. Şahiyên pîrozbahiyên Newrozê yên Herêma Kurdistana Federal dê starta wê li Wargeha Mexmûr bê dayîn. Bernameya Newroza Mexmûrê şeva 18’ê Adarê bi meşa meşale û 19’ê Adarê jî bi dayîna konseran dewam bike. Hunermend Çopî Feteh, Silêman Çarneva, dû hûnermendên ji Rusya, komên şano û govendê wê derkevin ser dîkê.

Newroza Qendîlê

Bernameya pîrozbahiya Newrozê ya li Herêma Kurdistanê di 21’ê Adarê de wê li Qendîl berdewam bike.
Di pîrozbahiya ku tê hêvikirin bi deh hezaran kes tevlî bibin, li gel tevlîbûna Çopî Fetah, Kawa Ûrmiye, Cerciş Çomanî, Feteh Sozarî, Silêman Çarnewa, Awazên Çiya û koroya zarokan a Koma Solîn, komên şano û govendê wê derkevin ser dîkê. Di pîrozbahiya li Qendîl de wê peyamên gelek derdorên siyasî jî bên xwendin.

Newroza Garê

Pîrozahiyên Newrozê wê di 22’ê Adarê de li Gare berdewam bike.  Di pîrozbahiya ku axaftina vekirinê wê ji aliyê endamê KNK’ê û Hînkerê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî ve bê kirin de, hunermend Çopî Fetah, Kawa Ûrmiye, Silêman Çarnewa, Hesen Emîn, Fetih Ararat, Beyar, Refiîq, Koma Arîn û komên govend û şanoyên wê derkevin ser dike.

Newroza Metîna
Kelecana Newrozê wê di 23’ê Adarê de li herêma Metîna dewam bike.
Di şahiya Newroza Metîna de, Dr. Kamûran Berwarî wê axaftinek bike. Hunermend Kawa Ûrmiye, Silêman Çarnewa, Hesen Emîn, Fetih Ararat, Beyar, Refîq û Enwer wê bi stranên xwe şahiyê coş bikin. Herwisa komên govend û şanoyê jî wê di şahiyê de bi berhemên xwe yên hûnerî reng bidin pîrozbahiyê.
Di heman rojê (23 Adar) de di Newroza ku wê li Kerkûk bê pîrozkirin de, li gel hûnermendên xwecihî yên weke Emîr Kerkûkî û Kîrîfe tê hêvîkirin ku hunermendên sûrprîz jî beşdarî pîrozbahiyê bibin.

DİHA/HEWLÊR