Pêdivî bi derman heye
DLF di nûçeya xwe de cih da gotinên dermanfiroşê bi anvê Kamîran ê xebatkarê Heyva Sor û diyar kir ku pêwistî bi dermanên nexweşên tansiyon, til û diyabetê û antîbiyotîk heye. Her wiha hat ragihandin ku pêwistiya gelek herêman bi cûreyên derziyan hene. Dîwarê şermê yê li nisêbînê mînaka tecrîdê ye. Katrin Erdmann a xwediyê nûçeya DLF da zanîn ku rayedarên Rojavayî yên pê re axivîne ragihandine ku ew nikarin alîkariya dermanan a Rêxistina Alîkariya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) werbigirin, lê UNHCR jî van îdîayan qebûl nake. Erdmann bal kişand ser dîwarê şermê yê dewleta Tirk di navbera Qamişlo û Nisêbînê de lê kiriye û destnîşan kir ku dîwar mînakeke berçav a qutkirina Rojava ji cîhana derve ye. Di nava Ereb û Xiristiyanan de hurmetek mezin ji YPG'ê re tê nîşandan.
YPG yê hemû gelan e
Kathrin Erdmann da zanîn ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gel Kurdan di nava Ereb û Xiristiyanan de jî hurmetê dibînin û destnîşan kir ku ev hurmet jî ji ber têkoşîna YPG'ê ya li hemberî yekîneyên rejîmê û rêxistina El Nûsra ya li herêmê dixwaze Dewleteke tund a Îslamî ava bike ye. Erdmann da xuyakirin ku YPG li hemberî El Nûsra û komên din ên êrîşkar, di nava têkoşîneke bêhempa de ye. DLF di nûçeya xwe de ragihand ku di nava YPG a xwedî 45 hezar hêzên çekdarî de ji sedî 35 ê şervanan jin in û diyar kir ku yekîneyên parastinê yên bi tenê ji jinan pêk tê hene.
Girîngiya Ocalan zêde ye
Di nûçeyê de tê gotin ku dayikekek endama YPG'ê ya xwedî zarokan e tevî ku "dizane zarokên wê dikare bê dayik bimîne" jî biryar daye bibe şervan. Nûçeyê wiha dewam kir: "Gelo YPG ji bo jinên ciwan ên pêwistiya wan bi alîkariyê heye, stargeheke? Şervanên jin bi vî rengî angajmanên xwe nîşan didin. Îdolê wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Wî (Ocalan) di şerê gerîla de jî girîngî da jinan û azadiya jinê derxist pêş." DLF di nûçeya xwe de cih da nêrînên Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah jî û der barê Desteya Bilind a Kurd (DBK) û xweseriya di meha Mijdarê de hat îlankirin de agahî hat dayîn. Endamê Desteyê Aldar Xelîl der barê temsîliyeta gelên li Rojava di parlamentê de agahî da. Kathrin Erdmann diyar kir ku li Rojava, ji sedî 60'yî berhemên çandinî û petrola Sûriyeyê derdikevin holê û da zanîn ku di sîstema xweseriya demokratîk de jî Rojava wê weke parçeyeke ji Sûriyeyê be. Başûr xwedî polîtîkayeke zelal nîne, Tirkiye bi her awayî li dij e.
Tirsa Îran û Tirkiyê heye
Di nûçeyê de herî dawî, di serî de Tirkiye û rêveberiya Başûrê Kurdistanê der barê polîtîkayên welatên cîran ên li pêşberî Rojava de ev agahî hat dayîn: "Yên li vê herêma Sûriyeyê diqewimin, ji aliyê welatên cîran ve baş nayên dîtin.”
BERLÎN