Li Hesekê jî bi heman armancê xwendekaran şahiyek li lidar xistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Yekîtiya Star Viyan Heseke axavî û anî ziman ku qonaxa gelê Kurd dijî qonaxeke dîrokî ye, lewre divê ciwanên Kurd û her kes baldarbin. Piştî axaftinan Koma Tolhildan derket ser dikê û stran gotin.
Li Dêrika Hemko jî xwendekaran şahiyek lidar xist. Gelek xwendekar û rewşenbîr tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de daxuyaniya Konfederasyona xwendekaran hate xwendin û axaftin hatin kirin.
Li Kobanê xwendekaran li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê şahiyek lidar xist. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji aliyê xwendekaran ve şano, govend û stran hatin pêşkêş kirin.
ANHA/QAMIŞLO